Li bajarê Qamişloyê malbatên Efrînî yên ku navê wan di lîsteya konvoya sêyemîn a vegerê de heye, dest bi amadekariyê kirin.
Efrîniyên ku 8 sal in li hemberî her cûre zor û zehmetiyên koçberiyê li ber xwe didin, niha bi coşeke mezin di nava amadekariyên vegerê de ne. Yek ji malbatên ku xwe ji bo vegerê amade dike malbatek ji navçeya Cindirêsê ye. Endamên malbatê kêfxweşiya xwe bi ANF’ê re parve kirin û gotin, “Eger em îro vedigerin, ev yek bi saya têkoşîn û berdêla zarokên me ye.”
Malbatên Efrînî yên xwe amade dikin, anîn ziman ku konvoya wan wê di demeke nêz de bi rê bikeve.
Di çarçoveya 29’ê Çileya 2026’an a navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de beriya niha bi konvoya yekemîn 400 malbat, bi konvoya duyemîn jî 200 malbat vegeriyabûn Efrînê.

