Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî êrîşên çekdarên “Dîfa Watanî” yên hêzên hikumeta Şamê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku hêzên hikumeta Şamê ve ji nêzî salekê ve bi hemû rêbazan êrîş kantona Dêrazorê dike ji bo ku fitneyê di navbera pêkhateyên wê de derxe. Di vê çarçoveyê de çekdarên “Dîfa Watanî” yên hikumeta Şamê sêşemê piştî nîvê şevê bi çekên giran êrîş bajar û bajarokên rojhilatê Dêrazorê kirin û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.
Her wiha hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê careke din vê sivê êrîş herêmê kir û komkujiyek li gundê Cidêd Bagara û Dehle pêk anî. Heta niha 11 kes şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî şêniyên Dêrazorê û hêzên leşkerî hatin şermezarkirin û piştgiriya şêniyên kantonê û hêzên leşkerî û ewlehiyê hate kirin. Her wiha bang li şêniyan hate kirin ku li hember van êrîşan piştgiriya hêzên leşkerî bikin.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.