Komek ji jinên Ûgandayî ku welatekî Afrîkayê ye bi sernavê “Silavên şoreşgerî ji jinên ku şoreşa Rojava diparêzin!” peyamek ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re şand.
Peyama jinên Ûgandayî bi vî rengî ye:
“Hûn jinên herî bi hêz in ku niha li ser gerstêrka cîhanê dijîn. Em heyranê wêrektî û rêxistinbûna we ya bilind in.
Em hêvîdar in ku hemû jinên kedkar ên cîhanê ji we fêr bibin û we bikin mînak.
Hilweşîna dîktatoriya Baas nîşana hêza we ya rêxistinî ye. Berdewamiya têkoşîna we ya li dijî hêzên emperyalîst ên ku AANES’ê tehdît dikin, îspata berxwedana we ye. Hêz ji we re!
Bi hêz bimînin, tekoşîna xwe berdewam bikin.
Em piştgiriya we dikin û ji we hez dikin.
Em ji jinên Ugandayê, hezkirin û hêzê ji we re dişînin.
Her Bijîn!”