Di van kêliyan de şêniyên Hesekê û malbatên dîlgirtiyên wan li cem hikumeta demkî girtî ne komeke din a dîlgirtiyan li Çerxerêya Sebax a bakurê bajêr pêşwazî dikin. Hejmara dîlgirtiyên hatine berdan 300 kes e ku ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Efrîn, Dêrazorê, Şedadê û Helebê ne. Ew kes di demên berê yên êrişên hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn girtin û hin jî di van êrişên dawî de hatine girtin.
Di merasîma pêşwazîkirinê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û fermandara Asayîşê Nesrîn Ebdullah, digel hejmarek kesayetên herêmî, rûspiyên bajêr û rêvebirên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Li beramberî wê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi rêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hejmarek girtî radestî hikumeta demkî ya Sûriyê kirin. Ev girtî di şerên dawî de hatibûn girtin. Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl îro sibehê ragihandibû ku saet 13.00ˋan piştî nîvro li bajarê Hesekê – Çerxerêya Sebaxê – 300 dîlgirtî di çarçoveya hewldanên çareserkirina pirsgirêka girtiyan de hatin berdan.
Berdana vê koma dîlgirtiyan di çarçoveya bicihanîan bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de ye. Şênî hêvî dikin ku qonaxên din dê berdana bêtir dîlgirtiyan û vegerandina kesên winda yên mayî bo malbatên wan di nav xwe de bigirin.
Herî dawî di 10ˊê Adarê de komek dîlgirtî bi hejmara 100 kesî hatin berdan.
Ev di demekê de tê ku bajarên Rojava rojane şahidiya xwepêşandanên ku ji hêla malbatên dîlgirtiyan, çalakvanên siyasî û nûnerên civaka sivîl ve têne organîzekirin dikin. Malbat mijara dîlgirtiyan bi paşxistina bicihanîna peymanê bi nav dikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev dîlgirtî şervanên ku di dema vekişîna ji hin nuqteyan de hatine girtin in û ev vekişîn jî li gorî lihevkirinên di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de pêk hatibû. Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî, berê diyar kiribû ku hejmara giştî ya dîlgirtiyên ku ji hêla hikumeta demkî ve hatine girtin, bi qasî 1070 e, tevî sivîlan.

