Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di roja duyemîn de agirbesta li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê binpê dikin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em ji nêzîk ve binpêkirinên domdar ên agirbestê ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayê hikumeta demkî ve têne kirin, dişopînin. Ev kom peymanên agirbestê yên der barê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de binpê dikin.
Mizgefta El Hesen a li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê bi dronan hat hedefkirin. Ev jî rewşa ewlehiyê ya herêmê xirab dike û jiyana sivîlan dixe xetereyê.
Di heman demê de ev kom dem bi dem bi awayekî ketober guleyan li her du taxan direşînin da ku hêzên me provoke bikin û wan bikişînin nava şerekî nû yê leşkerî.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bang li hemû aliyan dikin ku li gorî agirbestê û peymanên îmzekirî tev bigerin. Em bang li hikumeta demkî jî dikin ku berpirsyarên xwe bi cih bîne û van kiryarên ku êşa sivîlan zêdetir dikin û gefan li îstiqrara bajar dixwin, rawestînin.”

