Pêncşem, 12 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê serdana ESP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê derfetên têkiliya yekser a bi Abdullah Ocalan re bêne afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Berxwedana Rojava careke din bandor li hemû cihanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kuran: Tevgera Azadiyê naverokeke sosyalîst da hebûna Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komploya navnetewî bi hedefgirtina paradîgmaya Tevgera Azadiyê berdewam dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo M. Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Sebahat Tuncel: Jiyana ku yên din ji bo me xêz kirine, ne jiyana me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Komîsyon divê aqûbeta yên bi zorê hatine windakirin, derxîne holê’
Rojane

‘Komîsyon divê aqûbeta yên bi zorê hatine windakirin, derxîne holê’

ÎHD û xizmên windayan di çalakiyên li Amed, Êlih û Colemêrgê de bang li komisyona ku li meclisê hat avakirin kirin ku aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin eşkere bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tebax 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” ya li Amedê, Êlih û Colemêrgê domandin.

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 861emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşûyolê ya Amedê li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn. Di çalakiyê de xizmên windayan rêveberên ÎHDê nûnerên rêxisinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Xizmên windayan vê hefteyê jî aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di sala 1965’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji aliyê kesên sivîl ve hatibû windakirin. Endama Komîsyona Windayan Parêzer Berfîn Elçî daxuyanî xwend.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku di salên 1990’î de ji aliyê dewletê ve gelek kes hatin windakirin û divê dewlet hesabê vê yekê bide û got: “Di meclîsê de jî komîsyona ku hatiye destpêkirin 12 xal hene. Di nava wan xalan de divê ev çalakiyên ku 30 sal in ku li van qadan têne meşandin hesab bê dayîn.”

Salime Çakirê jî qala bûyera ku hatiye serê hevjînê xwe kir û got: “Di 1994’an de hevalê min ji gund birin. Ji wê demê heta niha me tu agahî jê ne girtiye. Dema ku ew birin ez ducanî bûm. Piştre jî xezûrê min bi şopa wî ket. Lê rayedaran ew jî bi kuştinê tehdît kirin. Heta ku em sax bin em ê li pey şopa wan bin û li hestiyên windayên xwe bigerin.”

Parêzer Berfîn Elçiym anî ziman ku li gorî hemû hewldanên malbatê jî dîsa îtîzên wan bê encam man e û wiha axivî: “Di 15’ê Tebaxa 1994’an de leşkeran êrişî gundê navçeya Hênê ya Amedê ku şêniyê gund Îbrahîm Kartay lê dijiya kirin. Gundî li qada gund kom bûn û fermana valakirinê hat dayîn. Beriya ku gundî bikaribin eşyayên xwe bistînin xaniyên wan hatin şewitandin. Gundiyên ku debara xwe bi xwe pez dikirin ew pezên wan jî hemû hatin gulebarankirin. Salime Çakir li ber deriyê malê li benda hevjînê xwe bû. Gundiyan ji wan re gotibûn, ew hatiye desteserkirin. Piştî hemû îtîrazên malbatê dîsa jî îtîrazên wan bê encam man.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi deqeyek rûniştina pêk hat û daxuyanî bi dawî bû.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 697’an a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin de parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan beşdar bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edip Çelik hat pirsîn. Di 10’ê Tebaxa 1994’an de, dema ku li gundê Zorava yê girêdayî navenda bajêr dijiyan, ew bi şev ji aliyê çar zilamên bi cilên sivîl ên bi çekên lûledirêj ve ji malê hatin girtin. Careke din agahî ji wan nehat girtin. Rêveberê Şaxa ÎHD a Êlihê Erkan Kolaldiran çîroka Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edip Çelik ku ji hêla hevjîna Îbrahîm Çelîk, Medrese Çelîkê ve hat vegotin vegot: “Dema ku hevjînê min Îbrahîm Çelîk û kurê min Edîp Çelîk li gundê Zorava yê girêdayî navenda bajêr dijiyan, di Tebaxa 1994’an de, derdora saet 8:00’ê êvarê, çar zilamên bi cilên sivîl ên ku çekên lûledirêj hildigirtin hatin mala me û li hevjînê min Îbrahîm û kurê min Edîp pirsîn. Hevjînê min û kurê min derketin derve, bi wan re axivîn û dû re ew bi hev re daketin baxçe. Dema ku ew li baxçe diaxivîn, ez çûm hundir da ku tiştekî îkramî wan bikim. Piştî panzdeh deqeyan, ez daketim baxçeyê û min kes nedît. Min ji cîranan pirsî, wan jî kes nedîtibûn. Roja din, ez çûm Qereqola Cendirmeyan a Êlihê û gilînameyek nivîskî pêşkêş kir. Ji duh ve jina min û kurê min winda ne û min ji wan agahî negirtiye.Min pirsî ka ew di bin çavan de ne yan na. Bersiva ku min wergirt ev bû: ‘Îbrahîm û Edîp Çelîk li cem me ne di bin çavan de ne; me ev kes nedîtine.’ Ji wê rojê ve, hevjînê min û kurê min, çi sax çi mirî, winda ne û min ji wan agahî nebihîstiye. Ger gorek ji bo kesên ku me winda kirine hebûya, dibe ku min ev êş qebûl bikira. Mixabin, êşa me wekî roja ewil teze ye.”

Kolaldiran got ku malbatê paşê li dozgeriyê giliyê endamên Hîzbûllahê kiriye, lê hemû serlêdanên wan bê encam mane.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ji bo hefteya 187’emîn a çalakiya xwe kom bûn. Wan pankartên bi nivîsên “Kujer diyar in, winda li ku ne?” û “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê ÎHD a Colemêrgê Ozan Akbaş li aqûbeta Abdullah Kançi yê ku di sala 1994’an de li Geverê di bin çavan de hatibû qetilkirin, pirsî.

Ozan Akbaş diyar kir ku Abdullah Kançi ku di sala 1994’an de ji bo çêrandina heywanên xwe ji gundê xwe derketibû, ji aliyê leşkerên Lîwaya Komando ya Bolûyê ve ku li herêmê operasyonek pêk dianîn, hatiye girtin. Akbaş diyar kir ku ji wê demê ve tu agahî ji wî nehatiye girtin. Akbaş wiha domand: “Malbat û gundiyên wî bi rojan, hefteyan û mehan li aqûbeta wî pirsîne û serî li rayedarên fermî dane. Lêbelê, hemû serlêdan bi hinceta ‘nebûna dozgeriyê’ hatin redkirin. Cenazeyê Abdullah Kançi bi derbên îşkenceya giran, lingên jêkirî û şewitandinê hat dîtin. Ev wehşet ne tenê bêparkirina mafê jiyanê yê mirovekî ye, lê di heman demê de binpêkirina herî giran a qedexekirina îşkence û muameleya xerab e jî. Tevî  31 sal derbas bûne jî, berpirsiyar nehatine darizandin û doz li dîwarê bêcezatiyê ketiye û sekiniye.”

Ozan Akbaş bilêv kir ku windakirinên bi darê zorê û kuştinên nediyar sûcên li dijî mirovahiyê ne û got: “Di van sûcan de demborî nabe. Edalet, ancax bi pêvajoyeke darazê ya çalak, serbixwe û bêalî dikare pêk were. Divê berpirsên bûyerê bên tespîtkirin û pêvajoyeke darizandina adil bê destpêkirin. Divê dawî li polîtîkayên bêcezatiyê bê, ji bo heman tişt dubare bbin divê dewlet gavên qanûnî bavêje. Wekî xizmên windahiyan û parêzvanên mafên mirovan, heta aqûbeta Abdullah Kançi û hemû windahiyên me neyê eşkerekirin û sûcdar neyên darizandin, em ê bitêkpşin. Heya rastî eşkere nebe û edalet pêk neyê, aştî ne pêkan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Siwêydayê agirbest timî tê binpêkirin
Nûçeya Pişt re Li Cizîrê şahî: Em ji bo pêvajoya nû amade ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Barzanî: Divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin

Hate diyarkirin kuSerokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

Li herêma 18'emîn a Parîsê hunermenda Kurd Meral Polat di çarçoveya Festîvala Au fil des…

Ji aliyê Stêrk TV

Elmanya wê rayeya xistina dronên ‘gumanbar’ bide artêşê

Elmanya xwe amade dike ku li dijî zêdebûna bikaranîna balafirên bêmirov (drone) li qadên leşkerî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rojava TV ji bo koçberan kampanyaya ˋMil bi Mil, Mal bi Mal” da destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Lufthansayê grev: 800 seferên balafiran hatin betalkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

AFP: Li Kampa Holê piraniya malbatên biyanî yên DAIŞ’î winda ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê serdana ESP’ê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?