În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Komkujiyên Helepce, Beyazît û Gaziyê hatin şermezar kirin
Rojane

Komkujiyên Helepce, Beyazît û Gaziyê hatin şermezar kirin

Kesên di komkujiya Helepce, Beyazît û Gaziyê de jiyana xwe ji dest dane li gelek bajaran bi çalakiyên cuda hatin bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Kesên di Komkujiya Helepce, Komkujiya Beyazît û Komkujiya Taxa Gaziyê de jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajaran bi çalakiyên cur bi cur hatin bîranîn. 

ÎZMÎR 

Li Îzmîrê bi bangewaziya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê, (ANYAKAY-DER) li avahiyê DEM Partiyê yê Îzmîrê ji bo bîranîna komkujiya Helebce û Beyazîtê daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Rahîme Turan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn.

Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo qurbaniyên komkujiyan dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş axivî. Kuruş kesên hatine qetilkirin bi bîr anî û got ku ew ê feraseta komkujiyê ji bîr nekin. Endamê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê (Avesta) Ramazan Kaygisiz têkildarî bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane helbestek xwend.

Platforma Şaxên KESK’ê têkildarî her sê komkujiyan daxuyaniyeke nivîskî da û kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

EDENE

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê bi munasebeta Komkujiya Helebceyê li Parka Înonu daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Di çalakiyê de pankarta “Helepce nayê jibîrkirin” hate vekirin. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê û yên navçeyan, TJA, Dayikên Aştiyê, Rêveberên DBP, AYKAY-DER, AATUHAY-DER û ÎHD tev li daxuyaniyê bûn. 

Di daxuyaniyê de hevserokê DEM Partiyê Seyfettîn Aydemîr axivî û tevî bîranîna qurbaniyên komkujiyan, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên qetlîam û çewisandinê heya dawiyê li ber xwe bidin.

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku ew ê heya ku aştiyê bînin welat, dê têbikoşin.

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Helebce naye ji bîrkirin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê Platformê Bawer Babur xwend. Babur da zanîn ku komkujî şermezariyeke mezin a dîroka mirovahiyê ye û got: “Em dizanin ne tenê Saddam Huseyîn, dewletên li herêmê, Yekitiya Ewropayê, Emerîka, û hemû hêzên navneteweyî berpirsyar in. Divê baş bê zanîn ku heya pirsgirêka Kurd bi rêyên demoratîk neyê çareserkirin dê aştî û aramî neyê Rojhilata Navîn. Me Helebceyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik jî diyar kir ku Kurd rastî gelek zilman hatine û wiha axivî: “Tevî van tiştan Kurd di siyaseta cîhanê de bûn aktoreke diyarker. Em pişta xwe nadin êş û nirxên xwe. Helepce jî yek ji van e.”

SÊRT

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê li ber der deriyê avahiya xwe daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Komkujiya Helepce ji bîr nakin” hat vekirin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Safiya Alagaş û Mehmet Kaysî, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tergera Jinên Azad (TJA) û hevserokên navend û navçeya navendî yên DBP û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji hêla hevserokê DBP’ê yê Sêrtê Ferhat Bozkûrt ve hat xwendin. Bozkûrt, anî ziman ku 36 sal berê di 16’ê Adara 1988’an de Kurd ku yek ji gelên qedîm ê Rojhilata Navîn e, dîsa rastiyê hovitiyeke mezin hat. Bozkûrt, diyar kir ku hêza hewayî ya Iraqê bi çekên kîmyewî êrîşî bajarê Helebceyê kir û di rojekê de zêdetirî 6 hezar Kurd hatin qetilkirin û wiha axivî: “Bi rastî jî gavên komkujiya Helebceyê li ber çavê cîhanê hat avêtin. Rejîma Baasê ku bi destê Serokê Iraqê Saddam Huseyîn, bi hinceta ku Kurd alîkariya Îranê dikin, ji bo tepisandina muxalefeta Kurd a li Herêma Kurdistanê pêş dikeve û kêmkirina nifûsa Kurdan a li Kerkûkê, li dijî Kurdan ‘Tevgera Enfalê’ da hat destpêkirin. Tenê gaza kîmyewî ne avêtin Helebceyê, bi hilweşandina xaniyan a bi buldozeran jî gund hatin valakirin. Tê gotin ku di dema Enfalê de derdora 180 hezar Kurd hatin qetilkirin.”

Bozkûrt, da zanîn ku bi vî sûcê li hemberî Kurdan, hikûmeta Seddam Huseyîn weke hukûmeteke jenosîdê ku sûcê li dijî mirovahiyê kiriye, derbasî dîrokê bû. Bozkûrt, diyar kir ku tevî vê hewldana qirkirinê jî Kurdan tu carî dev ji daxwazên xwe yên xwerêvebirinê û azadiyê berneda û wiha got: “Li hemberî zext, komkujî û tundiyê Kurdan têkoşîna xwe ya aştî, azadî û demokrasiyê berfirehtir kirin û li Rojhilata Navîn derfetên jiyana hevbeş afirandin. Em komkujiya helepceyê ji bîr nakin. Em di salvegera komkujiyê de kesên ku ev komkujiyê pêk anîne lenet dikin.”

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya navendî ya Halîliyeyê daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Tevî pêkhateyên platformê, rêveberên DBP û DEM Partiyê, namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û navçeyan, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Me komkujiya Helebceyê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin” hate vekirin. Berdevka Plaftormê ya Demê û Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û da zanîn ku di roja me de jî bi rêbazên cuda komkujî tên domandin.

Piştre Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê yê DEM Partiyê Celaledîn Erkmen jî bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di komkujiyê de û got ku ji bo komkujîyeke wekhev neyê jiyîn divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin.

DEM PARTÎ LI 8 NAVÇEYAN DAXUYANÎ DA

Rêxistinên navçeyên Sêwereg, Serêkaniyê, Wêranşar, Curnê Reş, Hewag, Pirsûs, Bêrecûk û Xelfetiyê yên DEM Partiyê li pêşiya avahiyên xwe daxuyanî dan û komkûjî şermezar kirin. Di daxuyaniyan de peyamên yekitiya neteweyî hatin dayîn.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partîyê Vezîr Coşku Parlak, Namzetên Hevşaredariya Colemêrgê, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajar û sedan kes daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut daxuyaniyê xwend. Armût diyar kir ku komkujî nekarîn pêşî li têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd bigire û kesên komkujî pêk anîne lenet kir.

ÎDİR

Rêxistinên TJA, DBP û DEM Partiyê yên Îdirê li Kolana Cûmhûriyetê daxuyaniyek dan çapemeniyê.  Daxuyanî ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê DBP’ê yê Îdirê Mehmet Sekman di daxuyaniyê de axivî û got, “Di dema Tevgera Enfalê de nêzî 180 hezar kes hatine qetilkirin” û komkujî şermezar kir.

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li pêşiya Navenda Kar a Aydin Perîhan daxuyanî da. Daxuyaniyê Berdevkê Demê Ekrem Pala xwend û wiha got: “Gelê Kurd rastî sûcê şer, qirkirin û tevahî sûcên li dijî mirovahiyê hatin. Em careke din komkujiyên Helebce, Gazî û Bayazitê lenet dikin. Em van qetlîaman ji bîr nakin û dê nedin jibîrkirin jî.”

ÊLIH, BEDLÎS, ŞIRNEX…

Li Êlih, Bedlîs, Şirnex û navçeyên wê Hezex, Cizîr û Silopiyayê jî bi tevlîbûna rêxistinên Navend û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, TJA, OHD Platfomên Ked û Demokrasiyê, rêxistinên saziyên sivîl, parlamenter, namzetên hevşaredariyên bajar û navçeyan û gelek welatî tev li daxuyaniyên bîranînê bûn. Di daxuyaniyan de kesên di komkujiyan de hatine qetilkirin hatin bi bîranîn û peyamên yekitî û têkoşînê hatin dayîn. Her wiha hat gotin ku komkujiyên hatine kirin dê neyên jibîrkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hate xwestin ku girtiyên bi nexweşiya giran bên berdan
Nûçeya Pişt re Konferansa li Amedê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE dixwaze statuya penaberiyê ya demkî ya 240 hezar Ûkraynayiyan betal bike

Hate ragihandin ku rêveberiya Trump dixwaze statuya 'parastina demkî' ya 240 hezar penaberên ji Ûkraynayê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Destûra ku mafê jinan neparêze wê ti carî ji aliyê jinên Sûriyeyê ve neyê pejirandin’

Heyfa Mehmûd diyar kir ku jin bi dehan sal in ji bo azadiya Sûriyeyê têkoşîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê êriş li ser wesayitekê hate kirin

Li başûrê bajarokê Kobanê êriş li wesayitekê hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?