Li gundewarên Hesekê ji ber barana dijwar konên koçberên li kampa Waşûkanî ya gundewarê Hesekê di bin avê de man û zirar bi hejmarek malbatan bû.
Ji ber lehiyê li kampê çêbûne tevger asteng bû. Koçberan bang li aliyên eleqedar û rêxistinên mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin ku alîkariyan dabîn bikin û êşên wan sivik bikin.
Piştî dagirkirina Serêkaniyê ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 2019ˊan de bi sedan malbat koçber bûne û li kampa Waşûkanî bi cih bûn. Binesaziya kampê lawaz e û xizmetguzariyên bingehîn nîn in, ji ber vê yekê koçberên kampê bi her mewsima baranê re ji karesatên bi vî rengî re bêparastin e.

