Çarşem, 25 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî sih salan li qada Newrozê bû: Herî zêde mafê Rêbertî ye ku li qada Newrozê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleryuz: Pêvajo dereng dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dêrikê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilabanê pîrozbahiya bi coş a Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê Newroz li gel baranê jî bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiyên Newrozê li çiyayên Kurdistanê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Daqoqê bombe teqiya, polîsekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê piştgirî da projeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Akademiya Jineolojiyê: Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen dibe
Jin

Konferansa Akademiya Jineolojiyê: Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen dibe

Konferansa 2'yemîn a Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma 'Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen dibe' hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Îlon 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di konferansas ku 300 delege beşdar bûbûn de, li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin.

Ji bo konferansa ku sê meh berê amadekariyên wê hatin kirin, mijarên bi sernavê; “Pergala akademiyan de peywirên entelektuel”, “Rêbaza Jineolojiyê (metodolojî)”, “Di pêkhatina Şoreşa Jinan de rola jineolojiyê”, “Armanc û rêbazên perwerdekarên Jineolojiyê”, “Gerûnîbûna jineolojiyê û pêşketina wê ya di Rojhilata Navîn” de hatin diyarkirin. Ji bo her pênc mijarên ku hatin diyarkirin, komên xebatê hatin avakirin û van koman, xebatên lêkolîn, anket û atolyeyan kirin. Li ser hemû derên ku xebatên jineolojiyê yên tenê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi sînor nemaye, atolyeyên çavdêrî, analîz û nîqaşan hatin lidarxistin. Piştî wê her komek ji bo zanîn û nêrîneke hevpar dest bi pêvajoya nivîskî kirin. Belgeya xebata kolektîf a nivîskî ji bo pêşkêşkirina konferansê hat amadekirin.

Di konferansa ku di formata zanistê de bû, li ser asta jineolojiyê, rêbazên ji bo zanîn û zanistbûnê yên zanista jinan hat rawestîn û hedef ew bû ku nêrîna estetîk a jinan a dîrokî û civakî were nîşandan. Dijberî konferansên zansita pozîtîvîst a klasîk, bi tesbîta ‘jiyan zanist e, zanist jî jiyan e’ rengê jinan, ziman û pêşeroja wan jî bi zimanê çand û hunerê hat nîşandan.

Di ketina eywana Serdem a ku çend roj beriya konferansê ji aliyê jinan ve hatibû amadekirin de standa pirtûkên ku ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hatibûn çapkirin hat vekirin. Li ser dîwaran wêneyên Hyipatia, Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Arîn Mîrkan, Nagihan Akarsel, Hêlîn Mûrad, Îsyan Armanc, Leyla Agirî, Malda Kusa hatin daliqandin. Her wiha standên berhemên destan ên ji aliyê jinên li gundê Jinwar dijîn û berhemên destan ên Weqfa Jinan hatin vekirin.

Delegeyên ku ji bo konferansê ketin eywanê pêşî bi helbesta Îştar a beriya hazaran salan hatiye nivîsandin hatin pêşwazîkirin. Konferansê bi muzîka herî kevin û strana Îştar a di Perestgeha Îştarê de nivîsandiye û xwendina helbesta Îştarê dest pê kir. Çar jinên ku cilên neteweyî li wan bûn û nûnertiya gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dikirin, derketin ser dikê, bi zimanên Kurdî, Erebî, Ermenî û Suryanî helbesta Îştar a; “Ez Îştara xwedawend im/ Ez jiyan im/Hûn dibêjin ez mirîme lê ez zagon im / Min dît, wan min kirin çar parçe/Niha hûn parçeyên min berhev bikin…” xwendin.

Dûre Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman, bi bîranîna jinên pêşeng axaftina vekirinê û wiha axivî: “Krîza ku civak dijî, pevçûnên li pey hev û derdorên kaosê, îro jiyana mirovan gihandiye qonaxa tinebûn û hilweşîna civakî, ji ber ku ji rejîmên merkezî yên otorîter ên ku bi sedsalan e li ser bingeha zihniyetên zayendperest, olî û netewe-dewletparêz derketine holê. Ev rewşa ku dibe sedem jin di warê civakî, siyasî û aborî de bê çewisandin û têkiliyên civakî û çandî yên di navbera jin û mêr de xera bibe, herî zêde di krîzên modernîteya kapîtalîst û pergala wî ya îdeolojîk de xwe dide der. Kapîtalîzmê bi awayekî ku jin ji holê rabike, ferqek di navbera pêger û kirde çêkiriye, kiriye parçeyek ji zilamên ku bi fizîkî rolên xwe qalibandiye û bi sîstematîk sepandina mekanîzma û amûrên çewisandinê veguhestiye hemû şaneyên civakê. Zilm û zordariya di civakan de bûye helwêsteke ku jinan mehkûmî asta koletiyê dike, li hemberî her cure rêbazên tirsandin û biçûkxistinê mexdûr dike. Ev hemû ji bo rawestandina têkoşîna jinê û berovajîkirina rastiya jinên ji bo azadiyê têdikoşin hatin kirin. Lê jin di her qonaxên dîrokê de ranewestiya û berdewam kir. Dîroka dewletparêziya hiyerarşîk a 5 hezar salî di heman demê de dîroka derbe, şer, qirkirin û felaketên ekolojîk e.”

Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona ku ji perspektîfên li ser jineolojî û azadiya jinan Rêber Abdullah Ocalani bi Kurdî û Erebî hatibû amadekirin hat temaşekirin. Dûre jî peyamên  Koordînasyona KJK’ê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) û yên ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hatibûn şandin hatin xwendin.

‘ZIHNIYETA CIVAKA AZAD BI ŞOREŞÊ PÊKAN E’

Di rûniştina yekem a roja pêşîn de mamosteya beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed bi sernavê “Di rûniştina pergala akademiyê de peywirên entelektuel” pêşkêşiyek kir. Evîn Ehmed, di pêşkêşiya xwe de wiha got: “Di pergala konfederalîzma demokratîk de akademî, ji bo civakê xebatên entelektuel, ramanî, perwerdeyî û zanebûnê dimeşînin.

Civaka demokratîk, azad; bi şoreşa çandî, entelektuel û zanistî temam dibe, bi şoreşa zihniyetê ya xwe dispêre senteza nirxên exlaqî, estetîk û polîtîk mumkun e. Cîhana zihniyeta azad, bi rêxistinbûna hemû aliyên têkildarî jiyana civakî, bi perwerdeya li akademiyan tê dîtin û zanînê bi pêş dikeve. Îradeya azad, bi temambûna îrade, raman û pratîkê bi pêş dikeve. Ji bo vê yekê peywira bingehîn a akademiyan ew e ku kadroyên civakê perwerde û zana bikin bigihîjînin. Bi qasî şoreşa Kurdistanê, divê xwedî asoya ku şoreşa Rojhilata Navîn û cîhanê bibîne be. Di xebatên akademî û perwerdeyê de, di warê bandora li ser guherîna kesayetî, guherîn û veguherîna civakî de zehmetî tên kişandin.”

DI JINEOLOJIYÊ DE NÎQAŞA LI SER RÊBAZÊ

Di rûniştina duyemîn de jî endama Navenda Jineolojiyê ya Hesekê Alya Osman, bi sernavê ‘Rêbaza Jineolojiyê (metodolojî)’ pêşkêşiyek kir. Alya Osman bi gotinên; “Ji bo pirsên Metodolojî çi ye? Çima em vê mijarê digrin rojeva xwe? Rêbaza Jineolojiyê çi ye? Em ê di çarçoveya vê pêşkêşiyê de hewl bidin bersiv bidin” axaftina xwe wiha domand:

 “Metodolojî bi gotineke din zanista rêbazê ye lê bi serê xwe weke beşeke zanistî bi sazî nebûye. Weke qadeke felsefeyê, lêkolînan li ser qadên rêbazên qadên cuda yên zanistê dike. Ger em riya herî kurt û encamgirtî ya gihîştina heqîqetê weke rêbaz pênase bikin, zanista rêbazê pergala tevahî ya van hewldanan e. Em dikarin nîqaşên li ser rêbaza zanistê, bibin heta serdemên berê yên ku mirov di lêgerîna heqîqetê de bûn û hewl didan wate bidin jiyanê.”

Alya Osman, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên ji ber rêbaza zanistî ya heyî cudakariya kirde û obje were derbaskirin divê perçebûna zanistê were derbaskirin. Bi vê yekê mirov dikare bigihîje hemû awayên heqîqetê, aliyê metafizîk ê mirov were watedarkirin û sernavên cudakirina mijarên weke metafizîka baş-metafizîka xirab girtine dest.

Pêşkêşiyên ku hatin kirin, bi pirs û nîqaşan bi dawî bûn, roja yekem a konferansê bi stranên zarokên ji temenên cuda û dengbêjên jin bi dawî bû.

‘BI PERWERDEYÊN JINEOLOJIYÊ ZANÎNA LI GORÎ PÎVANÊN POLÎTÎK Û EXLAQÎ ÇÊBÛ’

Di rûniştina yekem a roja duyemîn de perdevka Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Zerîban Hisen, bi sernavê ‘Armanc û rêbazên perwerdeyên Jineolojiyê’ pêşkêşiyek kir. Zerîban Hisên got ku perwerdeyên jineolojiyê yên di akademiyan de tên dayîn, ji bo bilindkirina pîvanên exlaqî û polîtîk bûne zemînek girîng û bi van gotinan behsa girîngiya perwerdeyê kir: “Perwerde bi aliyekî xwe zanist, bi aliyekî xwe yê din jî dikare weke disîplîneke bi zanistê re di nava tekiliyeke sîbiyotîk de were şîrovekirin. Ji bo ku em bizanibin perwerde zanist e yan na, rêbaza herî baş ew e ku em ji dayika yekem ji xwezayê dest pê bikin, ji tecrube, çavkanî û pênaseyên cur be cur sûdê bigrin, şîrove bikin. Di tevahiya dîrokê de perwerde û zanist, bi hev re bûne, hev temam kirine. Heta ku mamosteya yekem, şagirda xwezayê ya herî baş jina ku hînî civakê kir, nayê nasîn, perwerde nikare were dayîn lewre ji bo zanist were kirin, zêdetirî agahiyên sîstematîk ên pêwîst, bi riya perwerdeyê tên dayîn.

Bi heman awayî zanist nebe perwerde jî zehmet dibe. Perwerde ji bo agahiyên nû berhemdar bin, ango di avakirina rêbaza zanîn û zanînê de şertê yekem e. Van her du têgehên ku weke koka dîrokê ne, hema bibêje, bi qasî dîroka mirovahiyê kevn in, ji hev nayên veqetdandin, di jiyana civakê de her dem cihê xwe girtine. Li ser vê esasê, her zanist, tezên xwe yên zanistî bi pêş dixe û wan tezên xwe bi riya perwerdeyê, nîqaş dike, diceribîne û têkûz dike. Perwerde bi cewhera xwe, dikare weke mîrasa civakî ya çavdêrî, hînbûn, zanîn, zanabûn û çanda ku tê berdewamkirin were dîtin.”

‘EM JINEOLOJIYÊ WEKE ZANISTA ŞOREŞA JINAN PÊNASE DIKIN’

Di rûniştina duyemîn a roja duyem de ji mamosteyên beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed, bi sernavê ‘Di avakirina şoreşa jinan de rola Jineolojiyê’ pêşkêşiya xwe kir. Zozan Mihemed bi gotinên; “Em Jineolojiyi weke zanista şoreşa jinan dibînin” wiha got: “Jineolojî zanista civakî ya ku dê bingeha şoreşa jinan ava bike û xizmetê ji armancên wê re bike ye. Berê divê em cudahiya di navbera zanist û şoreşê de, ango cudahiya di navbera zanist û bîrdoziyê de zelal bikin. Di sedsala 21’ê de şoreşeke ku xwe nespêre bingehên zanistî, nikare peywirên xwe bi cih bîne. Rêber Abdullah Ocalan, dema ku dibêje mesafeya di navbera bîrdozî û civaknasiyê de kêm bûye, analîzeke nû ji bo bihevrebûna zanist û bîrdoziyê jî tîne ziman. Bi kurtasî bîrdozî îdeala em dixwazin bijîn, civaknasî jî rastiya tiştên em dijîn diyar dike. Ji ber wê, çend wateyên mesafeya di navbera bîrdozî û civaknasiyê de hene.”

‘PÊDIVIYA ME BI ÇARESERIYEKE KÛREWÎ YA KU TECRÛBEYÊN JINAN BÎNE BA HEV HEYE’

Di rûniştina dawî de endama Akademiya Jineolojiyê ya beşa xebatên Rojhilata Navîn Zahîde Memo, bi sernavê ‘Asta gerdûnîbûn û belavbûna li Rojhilata Navîn a Jineolojiyê’ peşkêşiyek kir. Zahîde Memo, li ser perwerde, panel û xebatên ku li welatên Rojhilata Navîn bi jinan re hatine kirin got; “Pirsgirêka azadiya jinan û têkoşîna wan, hem di warê kurewî, hem herêmî hem jî dîrokî de bi qasî jiyanê girîng e. Em dizanin qirkirina li dijî jinan li welatekî, ji bo hemû jinan gef û li dijî rûmeta jinan e. Ji ber wê destkeftiyên têkoşîna azadiyê yên li welatekî, ji bo jinên li welatên din jî di têkoşîna azadiyê de rê nîşan dide. Pêdiviya me ew e ku em jinên li herêmên cuda yên cîhanê, li dijî pergalên êriş û qirkirina li ser jin, xweza û civakê, werin ba hev, bi tecrubeyên xwe çareseriyek kurewî bibînin. Zanîn û çanda jinên Rojhilata Navîn ji vê aliyê ve girîng e. Bi qasî ku rastiyên şoreşên dîrokî û nûjen in, ewqas jî zulum û êşên giran di nava xwe de dihewînin. Li ser vê bingehê, peywir û rêbaza Jineolojiyê ew e ku rastiya jinan ku cehwerên civakê ne û aloziyên pergalan ên li herêmû û kurewî analîz bike, li ser vê bingehê derfetên çareseriyên mayînde û azadiyê bi bêş bixe.”

BEHSA RÊWÎTIYA 14 SALAN A JINEOLOJIYÊ HAT KIRIN

Piştî pêşkêşiyan, li sînevîzyonek ku behsa qad û xebatên Jineolojiyê dikir û saetek domiya hat temaşekirin. Di sînevîzyona ku behsa rêwîtiya 14 salan a Jineolojiyê dihat kirin de, xebatên ji Rojava heta Bakur, ji Rojhilat heta Başur, Mexmûr, Şengal, Ewropa, Emerîkaya Başûr, Rojhilata Navîn û Jinwar, Ramana Jin, Şîfa Jin, pirtûkên ku Weşanxaneya Jingeh weşandine, Kovara Jineolojiyê hebûn.

Piştî sînevîzyonê pêşniyar û nirxandinên beşdaran hatin nirxandin û encamname hat amadekirin.

Konferans, bi lîstika ‘Şanoya Sî’ ya ji aliyê beşdarên enternasyonal ên di Enstîtuya Andrea Wolf de cih digrin û behsa şoreşa jinan dikir hat lîstin. Dû re jî bi reqsa neteweyî ya Koma Meclisa Jinên Ermen domiya.

Konferansa ku du roj bi coş berdewam kir, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û çepikên jinan ên bi qedîqeyan li ser piyan berdewam kirin bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Divê em bi biryardarî û israr xwedî li zimanê xwe derkevin
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk zarokek birîndar kir û kesek revand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stockholmê panela 25’ê Mijdarê: Hîn zêdetir têkoşîn û xweparastin!

Li paytexta Swêd Stockholmê panela ‘25’ê Mijdarê’ hate lidarxistin, îşaret bi girîngiya rêxistinbûn û xweparastinê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Pirsgirêkên li herêmê bi azadiya Rêber Apo çareser dibin’

Silêman Silêman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker careke din pergala êşkence û qirkirinê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku deriyên Îmraliyê nevebin, çareserî nabe’

Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo de, banga hate kirin ku “deriyên Îmraliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?