Çarşem, 17 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Meclîsê bi koordînatorên partiya siyasî re civîna ‘pêvajoyê’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar: Ji bo aştiyê reh divê, yanî divê maf bêne naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li meclîsê rojeva komîsyonê: Kûrtûlmûş bi nûnerên partiyan re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welat Esen piştî 31 salên dîlgirtinê vegeriya warê xwe Mêrdînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Mirad Qendîl li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 9 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Azadiya Rêber Apo divê hîn bêhtir neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mahabadê mirina bi guman a girtî Ebdulhadî Şêxpur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê biryara xurtkirina xizmetê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê ya li Amedê: Deklarasyon hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Jinên Kurd: Yekitiya neteweyî hêmaya sereke ya pêvajoyê ye!
Jin

Konferansa Jinên Kurd: Yekitiya neteweyî hêmaya sereke ya pêvajoyê ye!

Gultan Kişanak di 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivî û got, "Divê em komxebatek li ser çareseriya jinan li dar bixin. Yekitiya neteweyî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê tê lidarxistin, berdewam dike. 

Di rûniştina ku parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş moderatoriya wê kir de ewilî siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî. Gultan Kişanakê di destpêka axaftina xwe da qala berxwedana xwe ya di Zindana Amedê de kir û wiha got: “Heke tevgera jinan hatibe vê astê bandora berxwedana Zindana Amedê jî heye.” Gultan Kişanak ku pêvajoya salên 90î jî vegot, wiha domand: “Wê demê jî jinên Kurd hewl dan ku birînan bipêçin. Em tenê ne bi zextên dewletê re bi feraseta mêran re jî têkoşiyan û me rêyek vekir. Heke jin di siyasetê de tune nehatibûna hesibandin dibe ku îro dinya xweştir bûya. Kurd di Rojhilata Navîn û dinyayê de hatin asteke girîng. Divê em bikaribin di noqteyeke hevpar de bigihin hev. Heke aqlê jinan di nava vê de nebe teqez dê kêm be. Ji ber vê yeke divê em weke jinan têkoşîna xwe ya demokratîk û netewî bidin meşandin. Niha çavên dinyayê li ser me ye û dê gelek tiştan ji me hîn bibin. Çareseriya demokratîk dê bandorê li dinyayê bike. Statuya me ya li Rojava ji bo me hinceta têkoşînê ye. Divê em jin têkoşîna xwe bi hev re bimeşînin. Yekitiya neteweyî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye. Heke em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin em ê di vê pêvajoyê de serbikevin. Birêz Ocalan tişta ku dikeve ser milê wî kir. Banga aştî û civaka demokratîk û yekitiya neteweyî kir. Divê em ji bo van pêk bînin têbikoşin.”

Parlamentera Yekgurtiya Îslamî Nasîk Tewfîq axivî. Nasîk Tewfîqê diyar kir ku divê ji bo berdana çekan bingehek were avakirin û wiha got: “Divê partiyên din ên li Bakur rolê bigirin ser xwe. Heke em van derfetên li Rojhilata Navîn baş bi kar neyînin dê firsend ji destê me biçin û barê me girantir bibe.”

 

Parlamentera Partiya Goran a berê Munîre Osmanê jî qala têkoşîna xwe ya siyasî û pêvajoya parlamenteriya xwe kir. Munîre Osmanê xwest ku saleke din jî vê konferansê li dar bixin.

 

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Riham Hecoyê jî qala rewşa civaka Êzidî ya li Şengalê kir û wiha got: “Em ser didin lê dest ji doza xwe bernadin. Di vê pêvajoya girîng de jinên Êzidî dikarin bi roleke girîng rabin. Lê niha li Şengalê ambargoyek heye. Jinên ku dixwazin werin Şengalê tên astengkirin. Îro pêvajoyeke çareseriyê hatiye destpêkirin lê ji her çar aliyan ve ambargoyek li ser Şengalê heye. Ev dibe sedem ku em nikarin di vê pêvajoyê de xebateke baş bikin û rola ku dikeve ser milê me, rola ku Rêber Abdullah Ocalan daye ser milê civaka Êzidî pêk bînin. Heta ku jineke Êzidî di destê DAIŞê de be û çarenûsa wan ne diyar be zehmet e ku em xebatan bidin meşandin. Ji ber vê yekê pêdiviya me heye ku em destê xwe bidin hev, hêviya me ji dewletan nîn e. Armanca me ew e ku em bikaribin têkoşîneke hevbeş di bin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de bînin ba hev û astengiyên heyî ji holê rakin. Hêza jinan heye lê yekdestiya wan nîne. Serkeftina Kurdistanê bi yekgirtina gelê Kurdistanê pêkan e. Yên ku bikarin aştî û demokrasiyê pêk bînin jinên Kurd in. Em bi ‘Jin Jiyan Azadiyê’ ber bi mafên xwe ve bimeşin.”

 

Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Dawî li pêkanînên cudakarî û keyfî yên li girtîgeha Şakranê bînin’
Nûçeya Pişt re Şandeya Rêveberiya Xweser diçe Şamê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Ewropayî li Rojava dest bi hevdîtinan kir

Şandeyeke 12 kesî ya ku ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û ji Îngilistanê pêk tê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên nobetê: Wê qeyûm û desthilat biçe

Li Enqere û Îzmîrê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê berdewam dike. Di çalakiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrişa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê ya li Amedê: Deklarasyon hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?