Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hakki Ozdal: Elîtên desthilatdar li welêt dizî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Bulut a ji DEM Partiyê: Her ku pêvajo dirêj bike fikar zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL: Ji bo azadiya Rêber Apo em berê xwe bidin Strasbourgê
Kurdistan

KONGRA-GEL: Ji bo azadiya Rêber Apo em berê xwe bidin Strasbourgê

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL got, "Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, ji bo nîşandana daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî meş û mîtînga li Strasbourgê bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL got, “Di salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de em hêzên komploger bi tundî şermezar dikin. Bi komploya li ser Rêber Apo re xwestin armanca azadiyê ya gelê Kurd tine bikin. Ev hêzên ku bi rêya qirkirina Kurdan xwestin polîtîkayên xwe yên herêmê bimeşînin, di wijdanê gelê me û mirovahiyê de heta bi hetayê mehkûm in.

Em hevrêyên xwe Halît Oral û Aynûr Artan û hemû şehîdên fedaî bi rêzdarî û hurmetdarî bi bîr tînin ku bi îradeyeke bêhempa bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe kirin mertalekî ji agir û Rêber Apo parastin.”

Daxuyaniya KONGRA-GEL bi vî rengî dewam kir:

“Rêber Apo di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de bi berxwedana xwe ya bêhempa ku 26 sal in dewam dike û bi ‘Paradîgmaya Azadiyê’ komploya navneteweyî pûç kir. Em Rêber Apo bi hezkirin û hurmet silav dikin û bi vê wesîleyê dilsoziya xwe ya pê re careke din nîşan didin.

Rêber Apo ku di nava şert û mercên tecrîda giran a li Îmraliyê de tinebûn lê hate ferzkirin, bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê li tevahiya cîhanê ji lêgerînerên edalet, wekhevî, demokrasî û azadiyê re bû hêvî. Ji ber vê yekê pêngava azadiyê ya ku bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ hate meşandin, li çar aliyên cîhanê piştgirî û kelecaneke mezin afirand.

Li aliyekî ve bi şerê ji bo serweriyê yê li dora ol û neteweperestiyê li Rojhilata Navîn komkujiyên mezin têne kirin, li aliyê din jî bi paradîgmaya Rêber Apo re ‘Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ ji bo gel û baweriyên cuda bû navnîşana jiyana wekhev, azad û demokratîk.

Di vê demê de ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn diqewime, ji aliyê her kesî ve hate dîtin ku ev şerê li ser gel û welatan bû sedema hilweşînên mezin çareserî nîne, yekane çareserî projeya neteweya demokratîk e ku Rêber Apo weke rêya 3’yemîn destnîşan dike.

RÊBER APO DIXWAZE JI BO GELAN FIRSENDEKÊ BIAFIRÎNE

Rêber Apo di vê çarçoveyê de ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dixwaze firsendeke nû biafirîne. Ji bo hevdîtinên li Îmraliyê veguherin firsendeke dîrokî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû dînamîkên civakî û siyasî.

Mijara bingehîn a stratejîk a vê pêvajoyê fêhmkirina bi rengekî rast a Rêber Apo û piştgiriya ji bo pêngava wî ye. Her kesên li ber radibin an jî piştgiriyê nadin, wê yekser ji encamên giran ên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn berpirsyar bin.

Ji bo serketina vê pêvajoyê, mijara herî esasî ew e ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin. Polîtîkayên şer ê topyekûn ku hikumeta AKP’ê bi israr dimeşîne, li hemberî vê firsenda dîrokî ya ku Rêber Apo dixwaze biafirîne provokasyonek e. Li hemberî vê rewşê divê dînamîkên siyasî û civakî hemû helwestê nîşan bidin, dengê xwe bilind bikin.

Rêber Apo di salvegera 26’emîn a dîlgirtinê de ji bo plana komploya navneteweyî ya li ser bingeha şerê navbera gelan bi temamî têk bibe û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk bîne, ji bo misogerkirina aştiyeke civakî wê bang li her kesî bike.

DI 15’Ê SIBATÊ DE EM LI STRASBOURGÊ NE

Di 15’ê Sibatê de roja Şemiyê ji bo silavkirina Rêber Apo û bersiva li banga ku bike, em li Strasbourgê ne. Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û bilindkirina daxwaza xwe ya ji bo ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’, em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibe.

Sala 2025’an wê bibe sala hilweşîna polîtîkayên înkar-îmha û darvekirinê ku sed sal in bûye qedera gelê Kurd. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re komploya navneteweyî wê bi temamî bê encam bimîne.

Welat û raya giştî li benda bersiva gelê me ya li peyama Rêber Apo ye. Ji ber vê eykê jî tevlîbûna li meş û mîtînga roja Şemiyê ya li Strasbourgê gelekî girîng e. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bi xurtî beşdarî vê mîtîngê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê berxwedan: Em ê rê nedin xespê!
Nûçeya Pişt re Hêzên gerîla ji hewayê li Tûgaya Rûbarokê xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Li gorî rapora ku ji hêla HRW’ê ve hat weşandin, artêşa Burkina Faso, hêzên piştgiriya…

Ji aliyê Stêrk TV

249 roj in Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve girtî ye

249 roj in rojnamevan Silêman ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, girtî ye.

Ji aliyê Stêrk TV

Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

Semîr Aslanyurek: Sînema û hemû beşên hunerê divê bi rengekî şênber û eşkere bi mafên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?