Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş nobeta li pêşiya Wezareta Edaletê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê nobeda bêdem destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinardekirina neftê ya ji xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arzoxliyê nobeda li dijî GES’ê di roja 27’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star: Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin
Jin

Kongra Star: Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin

Kongra Starê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got: "Ji dilê Şoreşa Jinê ya Rojava em vê nameyê ji hemû jinên berxwedêr re dişînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Kongra Starê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand. 

Kongra Starê bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:’’Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em di serî de hemû jinên berxwedêr silav dikin. Ev roja ku jin li hemû cîhanê dadikevin qadan, encama destkeftiya tekoşîna jinan a şoreşgerî ye. Ev jî mîraseke dîrokî ye ku bi fedekariyên mezin a jinan heta roja me ya îro di tekoşîna me de zindiye. 

Di şexsê Clara Zetkîn, Rosa Luxemburg, Alexander Kollantai, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Şîrîn Elem Holî, Mîna Kişwar, Berta Caceres de em hemû jinên di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Her wiha em silavên bi rêz ji berxwedan û têkoşîna hemû çalakvan û şoreşgerên ku ji ber serhildana li dijî rejîmên stemkar û dîktator di zindanan de ne dişînin. Em 8’ê Adarê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” li hemû jinên cîhanê silav dikin.

Di daxuyaniya nivîskî de pêwistiya mezinkirina tekoşîna jinan a li dijî hêzên serdest,  wiha hate gotin: ‘’ Sala derbasbûyî şer û êrîşên li ser jinan û mafên ku bi dest xistine, bi awayekî zelal nîşan dide ku li dijî baviksalarî û modernîteya kapîtalîst berxwedan û têkoşîneke xurt çiqasî pêwîst û girîng e. Em bûne şahidê derketina şerên li ser asta herêmî û cîhanî yên ku bûne sedema sucênn şer, sucên li dijî mirovahiyê, qirkirin, qirkirina jinan û cureyên curbecur a zordestiyê, wek mînak li Kurdistan, Filistîn, Sûriye, Sûdan, Yemen, Îran, Afganîstan, Belûcistan, Amerîkaya Latîn, Ukrayna, Mayanmar,  û gelek deverên din. Em jî di asta cîhanê de bi taybetî li welatên Rojava dibînin ku rastgir û faşîzmê xurt dibe. Ev şer û geşedan encama zihniyeta baviksalarî, serdestiya mêr e ku di serî de li dijî jinê û têkoşîna azadiyê tê meşandin. Me ev yek careke din şehîdxistina hevrêyên me yên jin di meha borî de dît. Hevrêya me Zelal Zagros ku li Kerkûkê ji bo rêxistinên jinan bibîne bû, bû hedefa êrîşa çekdarî ji aliyê dewleta Tirk. 2 endamên yekîneya parastina jin YPJ’ê Şehîd Sorxwîn û Şehîd Azadî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin, di encama êrîşa balafirên keşfê a dewleta Tirk de şehîd bûn. Her wiha şerekî taybet tê meşandin bi hewldana lewazkirina têkoşîna jinan bi rêya valakirina naveroka wan û di nava pergala serdest a kapîtalîst de were helandin. Taybet bi têgehên wekî polîtîkaya derve ya femînîst an dirûşma Jin Jiyan Azadî ji aliyê siyasetmedarên rastgir ve tê qîrîn, lê naverok, wate û koka sloganê ya rastî paşguhkirin an krîmînalîzekirin hewl didin tekoşîna jinan a salane vala derxînin.

Lê tevî hemû êrîşan jî berxwedana bê westan a jinan nehat şikandin. Mîrateya berxwedanê ya bi hezaran salan didome û jin ji bo azadiya xwe û azadiya civaka xwe di refên herî pêş de têdikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku yekane hêza ku dikare neteweperestî, faşîzm, baviksalarî, kolonyalîzm û her cure zilmê têk bibe jin e. Ji ber vê yekê pêwîste em jin di stratejiyeke hevpar de bibin yek û li dijî şerê emperyalîsta global têkoşîneke azadiyê ya cîhanî bimeşînin. Divê xebatên hemû hêzên dij-sîstema û tevgerên civakî yên ku di pêşengiya jinan de pêş dikevin ji hev cuda neyin dîtin. Divê ev hêz bi hev re biherike û mîna şelaleyekê bibe hêza guhertina cihanê. Wê sedsala 21. bibe sedsala azadiya jinê û em dikarin vê yekê bi avakirina federalîzma jinan a cîhanê ya demokratîk pêk bînin, ji ber ku em bi hev re bi hêz in.’’

Kongra Starê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava jî û got: ‘’ Weke tevgera jinan a li Rojava, cihê ku me 12 sal berê şoreşa jinê da destpêkirin û heta niha jî her roj jiyan dikin û diparêzin, em vê peyamê ji hemû jinên cîhanê re yên di nava berxwedanê de ne, dişînin.

Em li cem jinên Filistînî û Cihû yên li dijî polîtîkayên qirkirin û qirkirina jin têdikoşin disekinin, li gel jinên ku li Afganîstanê li dijî Talîbanê, li dijî rejîma Şerîetê ya li Îranê, li dijî rejîma faşîst a Erdogan a li Tirkiyê, li dijî zilm û zordariya li Belûcîstanê, li dijî hêz û dewletên paşverû yên Rojhilata Navîn li ber xwe didin diseknin, em li gel jinên ku li dijî siyaseta rastgir, faşîzm û mêtingeriyê di dilê kapîtalîzmê de têdikoşin disekinin.

Kongra Starê banga mezinkirina tekoşînê kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em hemû jinên li çiya, li kolanan, li kargehan, li her qadê li berxwe didin û her cihî bi rengê azadiyê dixemlînin silav dikin. Em bang dikin ku bibin yek û têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin û 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê. Jin Jiyan Azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KBDH’ê ji bo cîhaneke azad û wekhev banga mezinkirina raperînê kir
Nûçeya Pişt re ‘Her 8’ê Adarê bîranîn û nirxandina karê saleke jinan e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Helmet şandin warê wî

Cenazeyê şehîd Şahîn Sîrwan Namik (Helmet Helebce) ê ku sala 2023’yan li herêma Asosê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Ronîcan Şêx Dawûd li Dirbêsiyê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Ronîcan Hisên Şêx Dawûd (Çavreş) bi merasîmekî li Dirbêsiyê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê dan

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, nerazîbûn nîşanî biryara cezayê darvekirinê ya ku ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li gelek bajarên herêma Cizîrê piştgirî dan Zanîngeha Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Bangladeşê protestoyên karkerên tekstîlê jinûve destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Dihokê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?