Kongra Star der barê bangên ji bo seferberiyê û xwepêşandanên li çar aliyên cîhanê di 31`ê Çileyê û 1`ê Sibata 2026`an de, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wek bersivdayîna banga kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’, ji çeperên berxwedanê yên ku bi xwîn û îradeyê hatine çêkirin û ji qadên ku qîrîna azadiyê ya yekem lê bilind bû, Kongra Star, ji bo bersiva banga ‘Roja Çalakiyê ya Cîhanê di 31`ê Çileya 2026`an de’ ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinan, seferbereya xwe ya giştî radigihînin.
Daxuyaniya Kongra Star wiha dewam kir: “Êrişên hovane yên li dijî herêmên me ku ji hêla hevpeymanên tarîtiyê ve têne birêvebirin, ji komên girêdayî hikumeta veguhêz a li Şamê bigire heya bermahiyên îdeolojiya DAIŞ’ê û hêzên şovenîst, hewldanên bêhêvî ne. Armanca wan xeniqandina modela demokratîk e ku ji cîhanê re îspat kiriye ku rizgariya civakê tenê bi azadkirina jinan dest pê dike.”
Kongra Star banga bilindkirina asta têkoşînê kir û hate gotin: “Bi navê her jineke Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî û Suryan ku nasnameya xwe di nava jiyana hevbeş de afirandiye, em ji tevahiya cîhanê re radigihînin ku 31`ê Çileyê dê bibe rojek ji bo bilindkirina têkoşîna navneteweyî.”
Kongra Star bang li “hemû tevgerên jinan û hêzên demokratîk ên li çaraliyê cîhanê xwest ku di 31`ê Çileyê de, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava li dijî êrişên qirkirinê, qadên giştî veguherînin qadên berxwedanê. Ji ber ku parastina Rojava îro parastina mafê hebûna jinan e, ew mertala li dijî belavbûna terorîzma faşîst di nav mal û bajarên we de ye.”
Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de diyar kir: “Soza xwe ji bo şehîdan û ji bo Rêber Abdullah Ocalan nû dikin ku em ê gavekê jî ji destkeftiyên xwe paşve neavêjin. Şoreşa ku bi xwîna Hevrîn, Salîha û Denîz hatiye avdan, nayê şikandin û qîrîna me dê erişên zaliman bihejîne, serkeftina dawîn pêk bîne.”

