Kongra Star li bajarê Kobanê li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya têkildarî ku tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyê de hebin, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan kesî li Qada Jina Azad hat dayîn û ji aliyê endama Kongira Star Cûrî Temî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî 27`ê Tebaxê têkildarî zimanê kurdî biryarnameyek raghand. Li hemberî vê biryarê xwendekarên ji bajarê Kobanê li hember wê biryarê rabûn û red kir.”
Di dewam daxuyaniyê hate diyarkirin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî, mirovî û sînornekirî ye û hate gotin: “Tu saziyên siyasî an leşkerî nikarin vî mafî ji zarokên me bistînin an bixin bin sîbera berjewendiyên xwe yên teng. Ev biryar êrişeke li ser çand, dîrok û rûmeta gelê me ye.”
Hate diyarkirin ku bi deh hezaran xwendekar 14 sal e bi zimanê xwe dixwînin û di rojekê da guhertina vê rewşê dê bibe sebeb ku xwendekar ji xwendinê dûr bikevin û hate gotin: “Em weke Kongra Star a Kobanê tevî hemû sazî û tevahî gelê bajêr, vê biryarê bi her awayî red dikin. Em radigihînin ku em ê li hemberî vê biryara asîmîlasyonê bêdeng nemînin û em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo parastina ziman û çanda xwe bilind bikin.”
Di dawiyê de hate gotin: “Heta ku mafê zimanê me yê fermî û tam neyê naskirin, tu xwendekarên me naçin dibistanan û perwerdeya bi zimanê erebî qebûl nakin. Em ne li dijî zimanê biyanê ne, em mafê xwe dixwazin, ji ber vê yekî zimanê me yê ku bi xwîna şêhîdên me yên birûmet ku dîroka me nivîsandiye, ew jî wê were parastin. Zimanê me rûmeta me ye û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

