Piştî Meclîsa Nûneran li Senatoyê jî pêşnûmeya ji bo rakirina pêkanînên “Qanûna Caesar” pêşkêşî dengdanê hate kirin. Li hemberî 20 dengên dijber bi 77 dengên erê pêkanîn hate rakirin.
Pêşnûme piştî ku Serokê DYE’yê îmze kir wê bikeve meriyetê. Tê payin ku bi biryarê re hemû pêkanînên fînansî yên li hemberî Sûriyeyê bi temamî bi dawî bibin.
Qanûna Caeser sala 2019’an di dema destpêkê ya serokatiya Donald Trump de ketibû meriyetê.

