Piştî hilbijartinên xwecihî, şopên qeyûm yek bi yek ji holê têne rakirin. Bi taybetî Şaredariyên DEM Partiyê yên ku karên xwe yên li qadên çand, huner û jinê zêde kirine, dixwaze karên çand û hunerê yên bi zimanê dayikê li her qadê belav bikin. Di vê çarçoveyê de Konservatûara Aram Tîgran a ku gelek hunermendên ciwan perwerde kir, jinûve çalak dibe. Konservatûara ku bi zimanê dayikê gelek kurs da, sala 2016’an bi destê qeyûm hate girtin. Piştî 9 salan konservatûar jinûve aktîf bû û ji bo muzîk, şano, wêje, wêne û sînemayê dest bi wergirtina qeydê kir. Piştî qeydkirinê konservatûar wê 27’ê Cotmehê ji nû ve dest bi perwerdeyê bike.
Mamoste û şagirtan diyar kirin ku ji ber jinûve aktîfbûna konservatûarê kelecana wan mezin e û bang li her kesî kir ên ku dixwazin bi zimanê dayikê perwerdeya çand û hunerê bibînin, qeyda xwe li van kursan çêbikin. Şanoger Rezan Kaya anî ziman ku Konservatûara Aram Tîgran hişek ava kiriye û got, “Armanca me ya herî mezin ew e ku nîşanî ciwan û zarokên li bajêr bidin ku bê alternatîf nînin.”
‘KONSERVATÛARÊ GELEKÎ FÊDE LI BAJÊR KIR’
Rezan Kaya bi bîr xist ku piştî tayînkirina qeyûman ji bo meşandina karê çand û hunerê wan qadên alternatîf ava kirin û got, “Li saziyên ku me ava kirin ciwanên navendên Aram Tîgran û Cegerxwîn kar dikirin cih girtin. Ev şagirt û mamoste hîn jî di nava karên çandê de ne. Konservatûara Aram Tîgran tevkariyeke mezin hem li bajêr hem jî li zarok û ciwanan kir.”
Kaya ragihand ku şagirtên li konservatûarê perwerde dîtin îro bûne mamoste, nifşên nû perwerde dikin û got, “Hemû şagirtên wê demê perwerde dîtin bûn mamoste û şagirtên nû digihînin. Ciwanên ku li amûrên muzîkê dixin, li ser dikê ji hezaran mirovî re dibin îlham, ew ciwanin ku li Aram Tîgran mezin bûn. Jinûve vekirina konservatûareke ku ewqas mamoste li bajêr afirand, cihê kelecanê ye.”
‘EM BÊ ALTERNATÎF NÎNIN’
Kaya diyar kir ku piştî hilbijartinên par fikrê jinûve vekirina konservatûarê kete rojevê, bi serlêdanan re ew li eleqeyeke mezin rast hatin û got, “Di nava vê demê de gelek ciwanan xwestin li qada çand û hunerê perwerdeyê bibînin, lê belê derfetên me kêm bûn. Bi jinûve vekirina konservatûarê re derfetên me wê zêde bibin. Her kesên ku dixwazin perwerdeya çand û hunerê werbigirin wê karibin ji van derfetan sûdê werbigirin. Armanca me ya herî mezin ew e ku nîşanî ciwanan û zarokên li bajêr bidin ku bê alternatîf nînin. Piştî wergirtina qeydê em ê dest bi perwerdeyê bikin. Di nava çend salan de wê ev bajar ji çand û hunera bi zimanê dayikê têr bibe. Hemû ciwan, jin û zarokên li bajêr dikarin ji bo kursan serlêdanê bikin, tevlî perwerdeyan bibin. Dikarin hem bi kelecana xwe hem jî hunera xwe bi me re parve bikin.”
‘QADA ME YA KARKIRINÊ ZÊDE BÛ’
Şanoger Omer Akkan jî diyar kir ku wan jinûve vekirina Konservatûara Aram Tîgran bi coşeke mezin pêşwazî kirin û got, “Nêzî 10 salan qeyûm li ser şaredariyên me hatibûn danîn. Di dema qeyûm de me nekarî li qadên şano, huner û wêjeyê kar bikin. Cihê me ku em karibin lê bicivin û kar bikin tine bû. Niha vekirina konservatûarê me gelekî kêfxweş dike, êdî firsenda me ya karkirinê heye.”
‘DIVÊ HER KES SERLÊDANÊ BIKE’
Akkan destnîşan kir ku konservatûar ji bo jin û ciwanan wê qadeke girîng veke û got, “Karên ku em ê li qada hunerê bimeşînin wê ji bo her kesî baş be. Ji ber vê yekê vekirina konservatûara Aram Tîgran li Amedê wê ji bo me hemûyan gelekî baş be. Ez bang li ciwanên li Amedê dikim: Piştgiriyê bidin karên Konservatûara Aram Tîgran, tevlî bibin. Potansiyela karên ku em li vir bimeşînin dikare bandorê li jinûve vekirina saziyên din ên hatine girtin, bike.”
‘DIVÊ EM KAR XURT BIKIN’
Akkan herî dawî bang li ciwanan kir û got, “Piştî ku şaredarî jinûve hatin bidestxistin, em dikarin karên bi vî rengî bikin. Eger akademiyek weke ya Aram Tîgran tê vekirin divê ciwan û gelê me li pişt vê akademiyê bisekine. Divê em vî karî mezin bikin. Eger em vê akademiyê mezin û xurt bikin wê tevkariyeke mezin li çand û zimanê Kurd bike.”