Karwanê şêniyê kantona Cizîrê, ku doh li ser banga Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ber bi Helebê ve bi rê ketibû, gihîşt çerxerêya Panorama li deriyê başûrê bajarê Hesekê.
Bi karwanê re ambulansên ku birîndarên berxwedanê jî tê de bû hebûn. Birîndar tavilê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Sarya û Nexweşxaneya Gel a li Hesekê.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh hewl dan ku bigihîjin Helebê, lê karwan li Dêr Hafer a li kantona Tebqayê ji ber girtina rêyan ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî ve hate rawestandin. Di karwanê de de bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zergan, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê hebûn.

