În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
Rojane

Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin

Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê diyar kir ku wan gelek bûyerên binpêkirina mafên girtiyan tespît kirine û destnîşan kir, ku divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (Wan TUHAY-DER), Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê di nav de rapora xwe ya têkildarî girtîgehan aşkere kir. Rapora ku Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa T a Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê digire nava xwe, li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya baroyê hate aşkerekirin.

Yek ji parêzerên OHD’ê Medenî Gur, da zanîn ku li girtîgehên di meha sibatê de serdana wan kirin, çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin didomin. Gur, bal kişand ku pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ye û got: “Diyar e ku girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, bi girtiyên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê re xwedî heman heqan in, nabe ku pêkanînên şexsî werin kirin û ji ber vê jî mijara ku tê xwestin rakirina pêkanîna tecrîdê ye, ev jî bi awayekî zelal li dijî mewzûata hiqûqî ye.”

Gur, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Gur, bi lêv kir ku ji bo ev mesele bi rêyên demokratîk û aştiyane de bên çareserkirin jî girêdayî rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bicihanîna pergaleke hiqûqê ya li ser bingeha mafên mirovan ên azad û adil ve girêdayî ye. Gur, ji bo rakirina tecrîdê di serî de Wezareta Edaletê bang li hemû saziyên netewî û navnetewî kirin ku bikevin nava ‘liv û tevgerê’.

Gur, binpêkirinên mafan ên ji wan re hatine ragihandin wiha rêzkirin:

* Li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane yên girtiyên di greva birçîbûnê de qet nayên kirin, li girtîgehên ku kontrol tê kirin jî ji aliyê bijîşkê revîrê ve nayê kirin, carna ji aliyê xebatkarê tenduristiyê ve û carna jî ji aliyê gardiyanan ve tê kirin,

* Li hin girtîgehan îaşeyan qet nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, li hin girtîgehan jî xwê, şekir û karbonat tê dayîn, îaşeyên weke mast, ava fêkî hwd. nayên dayîn, bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê îaşeyî nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û destûr nayê dayîn girtî bi pereyê xwe ji kantînê danûstandinê bikin û ji ber vê yekê ji ber astengî û sînorkirinên rêveberiya girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê,

* Ji bo girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê vîtamîna B1’ê gelekî girîng e, li hin girtîgehan ne vîtamîna B1’ê ne jî vîtamîna komplex a B12’ê qet nayê dayîn,

* Ji me re hate ragihan din ku li hin girtîgehan cezayên dîsiplînê yên bi rengê ‘bêparhiştina ji aktîvîteyên çandî û sporê’ li hin girtîgehan ‘bêparhiştin an jî sînorkirina amûrên ragihandinê’ tên dayîn li hin girtîgehan girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê bi taybetî ji girtiyên din tên dûrxistin û têxin qawişeke cuda.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kutahyayê jinek hate qetilkirin û li Stenbolê jî jinek bi giranî birîndar bû
Nûçeya Pişt re Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji ber dirûşmeya “Şehîd namirin” 10 meh cezayê girtîgehê dan Mîthat Yilmaz

Bi hinceta ku di dema şîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de dirûşma “Şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Argeş Serhed li ser gora xwe hat bîranîn

Şehîd Argeş Serhed di yekemîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyan ve li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Pexşan Ezîzî: Divê DYE girêdana bi mafên mirovan re di pratîkê de nîşan bide

Girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Qerçekê dîlgirtiye, destnîşan kir ku gelên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?