Serfermandariya Koreya Başûr ragihand wan tespît kiriye ku di derdora saet 07.10’an de mûşekeke balîstîk ji herêma Pyongyangê ber bi Behra Japon ve hatiye avêtin.
Ji gorî Wezareta Parastinê ya Japonyayê mûşeka navborî herî kêm xwedî menzîla 5.500 kîlometreyan e û di kategoriya ‘’mûşekên balîstîk ên navparzemînî’’ (ICBM) de cih digire.
Çînê jî metirsiyên xwe yên têkildarî rageşiya di navbera Koreya Başûr û Bakur de anî ziman û li hemberî avêtina mûşekê nerazîbûnên xwe nîşan da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lin Jian li Pekînê di civînekê de got: ‘’Çîn weke cîraneke nêz ê nîvgirava Koreyê, li hemberî geşadanên li Koreyê metirsîdar e’’ û bang kir ku pirsgirêkên li nîvgiravê bi rêyên siyasî werin çareserkirin.
Demeke kurt beriya avêtina vê mûşekê Wezîrên Parastinê yên DYE û Koreya Başûr jî bang li Koreya Bakur kirin ku 10 hezar leşkerên ku li Rûsyayê bi cih kirine, vekişîne.
Koreya Bakur jî heya niha têkildarî mijara şandina leşkerên ji bo Rûsyayê tu daxuyanî nedaye.
Li gorî ajansa dewletê KCNA ya Koreya Bakur di kêliyên avêtina mûşekê de serokê welêt Kim Jong-Un axivîye û gotiye: ‘’Ceribandina mûşekan têkildarî daxwaza me ya bersivdayîna ji dijminên me re agahdarkirineke serkeftî ye.’’
Mûşekavêtina dawî ya ji aliyê Koreya Bakur ve ji aliyê Koşka Spî ve bi tundî hatibû şermezarkirin û weke ‘’binpêkirineke eşkere’’ ya biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû pênasekirin.
Di çarçoveya cezakirinên NY’ê de ji Pyongyangê re bi bikaranîna teknolojiya balîstîk ceribandina mûşekan hatibû qedexekirin.