Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergiz Muhammediyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman û Gul pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî wê biçe Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cotkar: Ji ber zilma DEDAŞ’ê em neçar man erdên xwe bifiroşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Ku nîne ma go jî nîne!
Gotar

Ku nîne ma go jî nîne!

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 15. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

“Ku” di Kurmanciya amî de heye yan nîne, hebe çawa heye, nebe çawa nîne. Minaqeşeyên wê hatine kirin, ez ê bi wan danekevim. Lê ez ê bi xweşik xwendina rêbazê dakevim. Gava delîl tên nîşandan ji bo xurtkirina tez û argumanekê, divê em xweşik berê xwe bidinê. Bo nimûne, li herêma Torê û dewr û bera wê “ku” eynî bi vî rengî nîne. Lê belê esas “ku” heye, lê ne “ku” ye bes “go” ye.

Vêca gava weke delîl metn (çi devkî û çi nivîskî) bên anîn û bibêjin, “Binihêrin, yek ´ku´ heye, ew jî yan xeletî ye yan tiştekî welê ye”. Dudilî bibin û bipirsin, “yanî hîç tiştekî weke ´ku´ jî nîne?” Çimkî ev pirs wê berê we bide rastiya meseleyê.

Ez ê vegerim metneke ku min beriya bi 24 salan nivîsî bû, ji performansa Bedranê Mala Alê ya li ser Cembelî; hingê bi şaşî min navê îcraker weke Bedranê Mala Sivûk nivîsîbû, ji ber ku kesê agahî da min ev agahiya şaş dabû min.

Di wir de “ku” nîne, lê ez dizanim ku “go” li şûna “ku” û bi funksiyona “ku” li deverê heye. Naxwe wê ne şaş be ez berê xwe bidim wan nimûneyên ku “go” di wan de bi funksiyona “ku” hatiye bikaranîn.

Pir nawestim û zûzûka bi ser nimûneyan ve dibim. Ji bilî “go”ya rîwayetê ya zêde zêde hatiye bikaranîn, ez di nava 3,4 rûpelan de gelek nimûneyên dibînim:  

Wextê go wilo ma sekinî, …  (r.75)

Di nimûneya li jor de, em dibînin ku eşkere “go“bi heman funksiyona “ku” hatiye bikaranîn. Yanî li wir binivîsanda “Wextê ku wilo ma sekinî,…” ti kesî wê ti tişt negota.

Nimûneyeke din ji heman metna şerê Cembelî Kurê Mîrê Hekariyan li jêr e:

Ez hatime go ti bidê mi qasê keya nivişkê sibê lê lê lê lê lê de rabe Fatima minê lê lê lê lê lê. (r.72)

Ev jî cihekî welê ye ku îro roj esas li şûna wê “ku” bê danîn, ti tişt wê neguhere. Û na, nexêr, di vê metnê de ev ne îstîsna ye:

Dibê Cembelî meyizand gelekî kêfa Cembelî hat, lê meyizand go ti waziyeta Ehmedê Mitirb nîne û li xeberê xwe nabê xweyî. (r.73)

yan jî

Dibê çi zowa gihayê de û çi êla go gihayê de, li nav gereha hevç û heram bê, dibê yeke go ji Fatima SalihBegê sipehîtir, malmezintir, comerdtir û merdtir bibînê, kir û nekir jina ji Fatima SalihBegê merdtir û sipehîtir nedî. (r.74) 

Min çima behsa vê meseleyê kir? Ji ber ku ev metna hanê weke delîl hatibû bikaranîn ji bo ku bibêje, “ku” di Kurdiya amî de nîne. Ez ji bo metnên din û deverên din tiştekî nabêjim, lê ji bo vê metna serbest dikarim çawa ku nimûneya dawî ya li jor jî nîşan dide bibêjin, esas “ku” di metnên Kurmanciya amî de heye. Carinan “go” li şûna “ku” tê bikaranîn û carinan jî weke tevahiya metnên devkî ti tişt bi kar nayê anîn. Yanî “… çi zowa gihayê de” bê “go” hatiye hiştin û hema piştre di nava heman hevokê de “… çi êla go gihayê de” bê “go” nehatiye hiştin. Ez bi xwe jî li dijî înflasyona “ku”yê me, lê bo nimûne, ji bo anîna hevokeke duyem yan jî alîkar bi ya min “ku” şert e. Axir mesele ew e, em karibin delîlan xweşik binirxînin û kêmasiyên di delîlanînê de jî zû nas bikin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
Nûçeya Pişt re ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvanên KESK’ê li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin

Meşvanên KESK’ê yên ku ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Helbestvan Ehmed Huseynî di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi amadebûna kesayetên rewşenbîrî, siyasî û hunerî Ehmed Huseynî di…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan gotin: Qeyûm dijminatiya jinan e, em ê têkoşînê mezin bikin

Rêxistinên jinan li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan û gotin, “Em ê nehêlin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?