Serokdewletê Kûbayê Miguel Díaz-Canel eşkere kir ku rayedarên Kûbayî di dema dawî de bi nûnerên hikûmeta DYA’yê re hevdîtin kirine. Díaz-Canel di axaftina xwe ya ku di televîzyona neteweyî de hat weşandin de got ku mebesta van têkiliyan ew e ku nakokiyên navbera her du welatan bi riya diyalogê werin çareserkirin.
Díaz-Canel destnîşan kir ku hevdîtin pêvajoyeke pir hesas in û diyar kir ku Kûba dixwaze vê pêvajoyê li ser bingeha wekhevî û rêzgirtina dualî bimeşîne.
BERDANA GIRTİYAN DI ROJEVÊ DE YE
Rêveberiya Hawanayê her wiha ragihand ku bi navbeynkariya Vatîkanê, wê di rojên pêş de 51 girtî werin berdan. Hikûmetê derbarê nasnameya kesên ku werin berdan de agahiyên berfireh neda.
ZEXTEKE ZÊDE YA DYA’YÊ LI SER KÛBAYÊ HEYE
Rêveberiya DYA’yê di hefteyên dawî de zextên li ser Kûbayê zêde kirine. Washington, ji meha Rêbendanê vir ve li ser Kûbayê blokajeke enerjiyê ya defakto pêk tîne.
Kûbaya ku hejmara wê nêzî 9,6 mîlyon e, ji ber ambargoya DYA’yê û krîza aborî ya kûr, ev demeke dirêj e bi kêmasiya sotemeniyê û qutbûna elektrîkê ya demdirêj re rû bi rû ye.
Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên hefteyên dawî de îdîa kiribû ku hikûmeta Kûbayê “rojên xwe yên dawî dijî” û bang li Hawanayê kiribû ku bi Washingtonê re lihevhatinekê bike.

