Kûrtûlmûş ê ku li ser navê serokê meclisê û komîsyonê civînan li dar dixe, bi Serokê Giştî yê HUDA PAR û parlamenterê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu û parlamenterê Stenbolê yê Partiya Yeniden Refah (YRP) Dogan Bekîn re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de derbarê rapora hevbeş a ku were amadekirin de danûstandin hatin kirin.
Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê û endamê komîsyonê Ahmet Şik û parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan beşdarî hevdîtinê nebûn.
Hat hînbûn ku Serokê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk (DSP) Mehmet Onder Aksakal ê ku ji ber bernameya xwe nekarî beşdarî civînê bibe, wê sibê bi Serokê Meclîsê Kûrtûlmûş re bicive.

