Derket holê ku Wezîrê Karên Derve yê berê yê Norwêcê, Brende di salên 2018 û 2019’an de sê caran li New Yorkê bi Epstein re civiyaye û zêdetirî 100 peyam û e-maîl ji hev re şandine.
Brende didaxuyaniya nivîskî de got, “Ji bo bala xebata Forumê belav nebe û karibe karê xwe bidomîne, min biryar da ku dev ji peywira xwe berdim.”
WEF’ê rêveberiya demkî radestî rêveberê Swîsreyî Alois Zwinggi kir. Hat ragihandin ku serokê nû wê ji hêla desteya rêvebiran ve were destnîşankirin.
Lêpirsîn piştî ku navê Brende di belgeyên Epstein ên di dawiya Çileyê de ji hêla Wezareta Dadê ya DYE’yê ve hatine weşandin, hat destpêkirin.
Brende îdia kir ku dîplomat û karsazên din jî beşdarî xwarinên behsa wan tê kirin bûne û Epstein xwe wekî “veberhênerekî Amerîkî” daye nasandin.
Her çiqasî rayedaran diyar kirin ku ji ber nav di dosyaya Epstein de derbas bûye nayê wê wateyê ku sûc kiriye, belgeyên weşandî têkiliyên di navbera Epstein û hin rayedarên payebilind de nîşan didin.

