Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li gundewarên Serêkaniyê leşkerên Tirk gule li 2 ciwanên ji bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê barandin. Di encamê de yek ji wan di cih de jiyana xwe ji dest da û yê din bi giranî birîndar bû.
Leşkerên Tirk dema her du ciwanan hewl dida sînor ber bi Bakurê Kurdistanê ve derbas bikin, gule lê barandin.
Di 5’ê Cotmehê de jî li gundê Selîb ê Girê Spî yê dagirkirî, leşkerên Tirk gule li 6 ciwanên dixwest sînor derbas bikin, barandibûn.

