Platforma Saziyan a Demokratîk di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê îro li navenda bajarê Agiriyê meşeke girseyî lidar xist. Girseya gel li kolana Tahîr Elçî li hev kom bû û bi pankarta bi nivîsa “Rojava xeta me ya sor e” heta kolana Cûmhûriyetê meşiya. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate qîrîn.
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakiki piştî meşê axivî û got, “Hûn ê rabin ji bo Fîlîstînê rondikan bibarînin, lê gava dor bê Kurdan hûn ê piştgiriyê bidin cîhadîstan. Ew cîhadîst bûn bela li serê cîhanê. Lê belê gel û ciwanên Kurd li Rojava û li Kobanê bi navê mirovahiyê berdêleke mezin dan. Zêdeyî 10 hezar ciwanên Kurd ji bo cîhan ji tundî û şer paqij bibe bedena xwe feda kirin. Ev berxwedan ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Li Rojava ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşîn tê meşandin.”
Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr jî êrişên li ser Rojava şermezar kir û got, “Rojava weke doh îro jî li ber xwe dide. Em êrişên qirêj ên li ser Rojava şermezar dikin. Du roj in bi lihevkirina li herêmê re şer rawestiya, zarok êdî namirin û bêhn hat ber gelê Rojava. Ev berxwedan wê bi biryardariya parastina destketiyan dewam bike.”
Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Serhat Yilmaz Koroglû jî destnîşan kir ku sîstema li Rojava “Ronahiyek li dijî tarîtiya li Rojhilata Navîn e” û got, “Rojava ew dever e ku îradeya xwerêveberiyê ya demokratîk a gelan lê şênber bûye. Ev şoreşa ku bi pêşengiya jinan ava bûye, li dijî sîstema desthilatdarî û navendîperestiyê alternatîfa herî xurt a demokratîk e. Êrişa netewe dewletan a bi tifaqên qirêj a li dijî van destketiyan, êrişa li ser daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan e.”

