Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19’ê Kanûna 2024’an de li ser rêya Sirrinê ji hela SÎHA’ya dewleta Tirk hatibûn bombebarankirin û şehîd bibûm, merasîma bibîranînê li dar xist. Bernameya bîranînê li Navenda Kongreya ÇandAmedê ya li navçeya Yênîşehîra Amedê hat lidarxistin. Malbata Cîhan Bîlgîn, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî, hevşarêdar, hevalên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên rojnamevan û gelek kes tevlî bernameya bîranînê bûn.
Li pêşiya salona bîranînê wêneyên ku ji aliyê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ve hatine kişandin hatin pêşkeşkirin. Li salonê wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan danîn ser maseyê û li dora wêneyan find hatin pêxistin.
Di bernameyê de ewilî di kesayeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de ji bo hemû cangoriyên çapemeniya azad deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala xebatên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dike hate pêşandan. Ewilî bavê Cîhan Nesîm Bîlgîn destnîşan kir ku Cîhan di rêya şerefê de jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku wê rêya heqîqetê dişopand. Nesîm Bîlgîn ji ber hestiyar bû nekarî biaxive.
Dûre Dîcle Muftuoglû axivî û anî ziman ku di rojeke wiha de bibîranîna hevalên wan hem cihê rûmetê ye hem jî cihê xemgîniyê ye û wiha got: “Nazim û Cîhan bûn pêşengê vê têkoşînê. Têkoşîna wan çiqas hêz dabe me qetilkirina wan jî bi vî awayî jî em ew qas kêm kirin. Armanca me ew e ku em ji cîhanê re ragihînin ku têkoşîneke çawa meşandine. Berê xwe dan Rojava ku niha bûye hêvî. Wan jî dikarî bere xwe bidin Ewropayê lê bi kelecaneke mezin çûn Rojava. Me dît ku bi dîmen û wêneyên xwe çawa heqîqet ji cîhanê re ragihandin. Her du jî weke pêşengan çûn cihê ku neheqiyek lê heyî. Me nekarî bi hev re nûçeyan binivîsin lê em jî bûn perçeyekî wê berxwedanê. Em ji aliyekî ve xemgînin ji aliyekî ve jî serbilind in ku em hevrêyên van hevalên xwe ne. Ez careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînim.”
Piştre rêveberê DFG’ê Bîlal Guldem axivî. Bîlal Guldem ku demekê bi her du rojnamevanan re xebitî bû jî wiha got: “Her duyan jî li Amedê dest bi rojnamevaniyê kirin. Ez jî hinekê bi wan re xebitîm. Tiştên ku kirin û rastiya nîşanî me dan wê qet ji bîra me neçe. Nazim digot ‘Ev ne şerê Heydaran e ne şerê Cibran e, şerê 12 eşîran e’. Can û bedana xwe di oxira azadiyê de dan. Nazim ji Dîlokê dest pê kir, ket nava xebatên çapemeniyê li cihên ku hovîtî lê qewimî ji bakur heta başûr heta Rojava xebitî. Hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê û paramîlîter vegot û nivîsandin.”
Bîlal Guldem qala xebatên Nazim Daştan kir û wiha domand: “Te çi bigota bi Nazim re hebû. Li ser dîrokê, li ser wêjeya Kurdî ya devkî diaxivî. Pir ji çanda xwe ya kevnar hez dikir. Dema ku Nisêbîn, Cizîr û Silopiya hatin serûbinkirin Nazim demekê li Silopiyayê xebitî û piştre derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Ji bo hevalên me yên nû dest bi rojnamevaniyê kir bû mînak.”
Bîlal Guldem qala Cîhan Bîlgîn jî kir û wiha got: “Piştî zextên li ser wê hatin kirin derbasî ajansê bû. Piştî DÎHA hate girtin me Dîhaber vekir. Cîhan li Amedê dest pê kir, em çend mehan bi hev re xebitîn. Dikarî nûnertiya çanda Çapemaniya Azad bike hem jî dikarî nûnertiya jineke Kurd bike. Bû şahidê gelek rastiyan. Her tim digot ‘Ez ê bibim rojnamevan an nebim’. Piştre derbasî Rojava bû. Her du hevalên me di dema keyfa gelê Kurd dihat de nîvê şevê xebera nexweş ji me re hat û tev li karwanê şehîdan bûn. Me û malbatan dixwest cenazeyên wan bînin bajarên wan, hewldanên me jî çêbûn. Lê mixabin çar rojan em li Deriyê sînor ê Xabûrê sekinandin û destûr nedan ku biçin cenazeyan bigirin. Ev her du rojnamevan ji neteweyeke din bûna dê ji bona wan dinya hatibûya xerakirin lê mixabin ew rojnamevan Kurd bûn. Di sûcê şer de her kes bêdeng ma. Sazî û dezgehên hiqûqê, mafên mirovan û rojnamevanan ên navneteweyî bêdeng man. Em ê weke şagirtên wan ji roja ew şehîd ketine heta îro bi sedan şagirt li ser şopa wan in. Heta ku hubra pênûsa me hebe em ê bixebitin. Xwezî Nazim, Cîhan, Egîd û Ezîz ev roj dîtibûna. Ji Nazim û Cîhanan heta Ezîzan ji Apê Mûsayan heta Egîdan em ê her tim şehîdên xwe bi bîr tînin.”
Piştî axaftinan bername bi dawî bû.

