Amed piştî şerê bi salan hewl dide xwe jinûve komî ser hev bike. Pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015’an ji ber ku veguherî şerekî giran, di nava gel de bêbaweriyê rû da. bi tayînkirina qeyûman a li şaredariyan re têkiliya rêveberiyên xwecihî ya bi gel re lawaz bû, çalakiyên civakî û çandî jî di asta rawestînê de kêm bû, baweriya civakî di asteke cidî de kêm bû.
Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku bi banga Rêber Apo re destpê kir, ne tenê şer bi dawî kir; baweriya gel a di nava jiyana rojane de, tevlîbûn û piştevaniya civakî ava dike.
Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ahmet Aslan û Emîn Ay, têkildarî bandora vê pêvajoyê li jiyana rojane, hewldanên xwekomkirina ser hev a şaredariyan a piştî qeyûm û girîngiya rêveberiyên xwecihî di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji ANF’ê re nirxand.
Ahmet Aslan anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015’an veguherî şerekî giran, li qada xwecihî îradeya gel hate desteserkirin û vê yekê jî bandor li jiyana rojane kir. Ahmet Aslan got, “Vê pêvajoyê bêbaweriyeke mezin ji civakê re hişt. Li Amedê demeke rêveberiya xwecihî ya bi gel re bû yek hebû. Di çarçoveya vê ferasetê de di pêvajoyên biryardanê yên rêveberiyên xwecihî de, her tim gel hebû. Bi projeyên aborî û civakî re feraseteke rêveberiya xwecihî hatibû rûniştandin ku xwe digihand jiyana rojane ya gel.
Lê belê zextên ji navendê zêde dibû, li pêşiya tevlîbûna gel dibû asteng, lewma ji vê siyaset û çanda hate rûniştandin encam nedihat girtin. Li gel astengiyan hemûyan jî ev feraseta şaredariyê ya gel bi rê ve diçû. Piştî tayînkirina qeyûman di navbera rêveberiyên xwecihî û gel de qutbûnek çêbû bû. Îradeya gel tine hate hesibandin, rêveberiyên xwecihî bi tayînkirinên yekser bi navendê ve hatin girêdan. Tenê rêveberiyeke xwecihî ya ji xizmetên bingehîn re hate hiştin.”
Aslan ragihand ku pêvajoya ‘Aştî û civaka Demokratîk’ hêvî û kelecan da civakê û destnîşan kir ku bi taybetî li Amedê gel girîngiyeke mezin dide vê pêvajoyê.
Aslan got, girîng e ku pêvajo li ser bingeha wergirtina mafên civakî yên Kurdan tê nîqaşkirin û bi vî rengî dewam kir: “Lewma gelê me xwedî li pêvajoya aştiyê derketiye. Di vir de jî rola rêveberiyên xwecihî derdikeve pêş. Ji bo serketina vê pêvajoyê û mayindebûna wê divê erka rêveberiyên xwecihî bê zêdekirin. Xizmetên bingehîn ên weke tenduristî û perwerdeyê divê bêne zêdekirin. Her ku gel îradeya xwe hîs dike, dijberiya civakî jî rîska şer jî kêm dibe. Eger rola rêveberiyên xwecihî zêde bibe, jiyana aştiyane ya ji qada xwecihî wê li her qadê bê hîskirin.”
Emîn Ay jî anî ziman ku li Amedê wan dest bi karên jinûve avakirina jiyana civakî ji qada herêmî kirine û got, “Di pêvajoya aştiyê de em bi gelê xwe re di p3evajoyeke jinûve avakirinê ya ji qada xwecihî de ne. Bêguman rola şaredariyan wê di vir de mezin be. berê bi desteserkirina îradeyê re gel ji xizmetê, ji projeyên civakî û karên çandî dûr ma. Ciwan ji qadê qut bûn, xisara civakî zêde bû.
Li Amedê gel ne tenê înşaet û rê dixwazin; di heman demê de projeyên çand, huner, spor, ciwanan, xizmetên jin-extiyaran, xizmeta li qadên kar û perwerdeyê dixwaze. Em van pêwîstiyan li gel gelê xwe diyar dikin. Şaredarî ne tenê karên binesaziyê dikin; li hemberî mafyabûyîn û fûhûşê jî têdikoşin û bi xurtkirina qadên civakî û çandî re bi gel re dibin yek. Em niha birînan dipêçin; bi projeyên ji bo ciwanan, jinan û astengdaran, bi projeyên piştevaniya civakî em şaredariyan ji nû ve li cewhera wan vedigerînin.”
‘EM DIXWAZIN ŞAREDARIYA GELPARÊZ BÎNIN SER RÊYA WÊ’
Emîn Ay destnîşan kir ku weke DEM Partî ji bo xisarên civakî û fîzîkî yên qeyûman li pey xwe hiştine ji holê rakin, karên xwe zêde dikin û got, “Şaredarî li gel rêxistinên civakî yên sivîl, odeyên pîşesaziyê û gel re projeyan diafirîne. Armanca me ew e ku şaredariya gelparêz bixin ser rêya wê û Amedê li cewhera wê vegerînin. Ev yek di heman demê de tê wateya mayîndebûna pêvajoya aştiyê, pêşvebirina baweriyê û zêdekirina piştevaniyê.
Bi taybetî di dema qeyûm de çalakiyên çandî û hunerî sekinînin. Ciwan ji van çalakiyan qut bûn, bi rîska narkotîk û kolanan re rû bi rû man. Niha jî em şaredarî bi projeyên nû vê valahiyê dadigirin. Bi gavên çandî û civakî bi xizmetên ku hemû beşan hembêz dikin em di pêvajoyeke tevgir de ne.”