Duşem, 19 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêwîstî çima bi komunan heye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi mafê xwe yê berxwedana demokratîk bersivê bidin êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Li Dêrazorê êrişên li ser navendên petrolê û cihê sivîlan
Li navenda bajarê Tebqayê şer
Çete bombeyan li avahiyên Tişrînê dibarîne
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê panela ‘Mafê Hêviyê’
Kurdistan

Li Amedê panela ‘Mafê Hêviyê’

MED TUHAD-FED û OHD’ê li Amedê bi sernavê 'Civaka demokratîk û mafê hêviyê' panel lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) bi serenavê “Banga Civaka Demokratîk” û “Mafê Hêviyê” li Eywana Pirtûkxaneyê ya Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) panel li dar xistin. Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter di nav de gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tevlî panelê bûn.

Panela ku rêveberê OHD’ê Ahmet Guler moderatoriya wê kir, parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa, nivîskar û rojnameger Veysel Avci yê 30 salan di girtîgehê de ma, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û endama Baskê Mafê Mirovan a Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Elîf Tûran weke axivêr tevlî bûn. Di panelê de pankartên “Em ji bo aştiyeke birûmet berxwedana hiqûqa azadîxwaz mezin dikin” û “Bijî Têkoşîna Demokrasî û Azadiyê ya Gelan“ hatin daliqandin.
 
‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN DEMILDEST JI MAFÊ HÊVIYÊ SÛDÊ BIGIRE’

 Di panelê de ewilî parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa axivî. Sûzan Akîpa bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di nava vê pêvajoyê de divê mafê hêviyê baştir were fêmkirin. Em weke hiqûqnasan girîngiyê didin vê yekê.” Sûzan Akîpa qala pêvajoya derketina mafê hêviyê kir û wiha berdewam kir: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) mayîna kesekî ya di girtîgehê de ya heta hetayê weke îşkence bi nav dike. Mafê hêviyê meseleyeke têkildarî azadiyê  ye. Li hemû peymanên navnetewî de ev maf heye. Divê dewlet gavan biavêje. Dema em rejîma Îmraliyê dinêrin birêz Abdullah Ocalan zêdetirî 25 salan e di girtîgehê de ye. Pirsgirêka Kurd bandorê li  beşên civakî yên li Tirkiyeyê dike. Divê birêz Ocalan demildest ji mafê hêviyê sûdê bigire, divê mirov vê yekê bi awayekî hiqûqî jî bi lêv bike. Têkoşîna ku were dayîn dê bandorê li pêkanîna vî mafî bike.” 
 
Sûzan Akîpa, bi lêv kir ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bandorê li gelek qadên Tirkiyeyê bike û wiha domand: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cara ewil di sala 2021’an de dosyaya birêz Abdullah Ocalan xist rojeva xwe. Em dibînin ku heta niha tu qanûn nehatine çêkirin û dê dîsa vê dosyayê bigire rojeva xwe. Ji sala 1993’yan ve hewldana çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan heye û niha jî vê hewldana xwe didomîne. Hem banga birêz Abdullah Ocalan hem jî fesixkirina rêxistinê geşedanên girîng in. Tevî hemû neyîniyan birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bîrdoziyek bi pêş xist û dema em li têkoşîna 50 salan dinêrin. Rêxistineke ku her tim li gorî demê xwe diguherîne û têkoşînê xurt dike dibînin. Divê têkiliyeke baweriyê were avakirin û ev dualî be. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan rola xwe bilîze, divê xîtabî ciwanan, jinan, çapemeniyê, saziyên sivîl, partiyên siyasî bike. Ev jî girêdayî pêkanîna mafê hêviyê ye. Divê ewilî ev maf were pêkanîn.”
 
‘MAF NABIN MIJARA BAZARÊ
 
Dû re endama Baskê Mafê Mirovan a TTBê Elîf Tûran axivî. Elîf Tûran diyar kir ku divê berdana girtiyên nexweş nebe mijara bazarê û wiha got: “Ev mirov azadiyan wan ji destê wan hatiye wergirtin. Em jî neçar in ku bi mafên tenduristî û jiyanê yê girtiyan re eleqedar bibin. Mafê tenduristiyê parçeyekî mafê jiyanê ye. Rewşa nebaş a li girtîgehan tê wateya rewşa nebaş a civakê. Em weke şandeyên serbixwe nikarin biçin çavdêriyê bikin. Li gorî DMMEyê hemû dewletên girêdayî qanûnên wan divê li gorî qanûnên wan tevbigerin, heke tevnegerin ew vî mafî binpêdikin.” 
 
‘OCALAN BI XWE HÊVÎ YE’
 
Nivîskar û rojnameger Veysel Avci jî diyar kir ku ji bo mafên xwe bi dest bixin ketin rêya hêviyê û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan tu caran daxwazeke siyasetî nekiriye. Ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Ji ber vê dewletê ew mûxatap girt. Gava ku birêz Abdullah Ocalan avêt ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî hêviyeke. Di nava civakê de pirsgirêka bêbaweriyê heye. Mafê hêviyê ne tenê gaveke hiqûqî ye di heman demê de siyasî, civakî û dîrokî ye. Ev gav xelasiya me hemûyan e. Di avakirina civaka demokratîk de gava herî pêwîst e û dibe ku bibe destpêkek. Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Pêdiviya dewletê û gelên Tirkiyeyê jî bi vê pêvajoyê heye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ji bo çareseriya vê gavek hatiye avêtin. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad bikare bixebite divê gavek were avêtin. Dewlet neçare ku gavê biavêje. Heke bêhêvîbûna civakê dê berdewam bike. Em li benda avêtina gavan e. Divê dewlet ji bo Tirkiyeyeke demokratîk mafê hêviyê nas bike û vî mafî têxe meriyetê. Ji ber vê yekê gavavêtina ji bo mafê hêviyê di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de ji bo hemû kurdan hêviye.”
 
‘FORMEKE NÛ LAZIM E’
 
Omer Ocalan diyar kir ku pergala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze bi pêş bixe gelek berfireh e û wiha domand: “Şande diçe carna em weke malbat diçin. Dewlet gavan giran diavêje, zehmet dike. Divê em tiştan bikin. Dibe ku dewlet giran tevbigere. Lê Amed, Kurdistan dê çi bike? Rêber Ocalan got divê PKK xwe biguherîne lê divê em hemû xwe biguherînin. Civakeke azad û demokratîk pêş neketiye. Helbet heta astekê hatiye lê têra me nake. 47 sal in hemû cureyên şer hatin meşandin lê biserneketin. Formeke nû lazim e ev jî netewa demokratîk û komun e. Amûrên ku birêz Abdullah Ocalan behs dike ne. Niha deriyê siyasetê ji me re vebûye em dikarin li her derê Tirkiyeyê siyasetê bikin. Divê em pergaleke demokratîk ava bikin. Rêber Ocalan bi moral e, bi coş e, bi kelecan e. Hevalên wî li kêlekê ne. Ev mesele bandorê li her çar aliyê Kurdistanê dike. Hemû tişt bi hev ve girêdayî ne. Êdî kurd modeleke nû derdixin pêş li cîhanê tên nasîn. Ev bingeh qehremanên bênav ji me re ava kiriye. Ji niha şunde em ê li ser mîrateya wan ava bikin. Em ê heta dawiyê şehîdên xwe bi bîr bînin.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amedê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi DAKAP’ê re civiya
Nûçeya Pişt re Parêzer Bîlen: Desteyên Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya jinên femînîst li dijî desteserkirinê banga piştevaniya hevpar kirin

Komek jinên femînîst ku çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehbayê du zarok hatin revandin

Komeke çekdarên rûgirtî 2 zarokên keç ji gundê Nêrebiyê revandin. 

Ji aliyê Stêrk TV

Sînor Gelawêj: Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rêya rizgariyê ye

Endama Konseya Rêveber a KJAR'ê Sînor Gelawêj destnîşan kir ku serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?