Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman ragihand ku gorekî komî li gundê Mêrgetî ya ser bi bajarokê Amêdiyê hate dîtin ku cenazeyê 7 welatiyên ku di dema rejîma Baasê de hatin qetilkirin tê de ne.
Hate ragihand ku li gundê Mêrgetî ya ser bi bajarokê Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê, gorek komî ku cenazeyê 7 welatiyan tê de bû, hate dîtin.
Hate diyarkirin ku di gora komî de cenazeyê 7 welatiyên xelkê gundê Mêrgetî ku di dema rejîma Baasê de hatibûn qetilkirin, hatin dîtin.
Hate ku gora komî ji aliyê pisporan ve tê vekolîn û ji bo tespîtkirina nasnameyan cenaze şandin Tiba Edlî ya Duhokê.