Arjantîn dest bi dengdayînê ji bo hilbijartinên parlamentoyê kir. Di hilbijartinan de, lîberalê tundrew Javier Milei hewl dide ku di du salên mayî yên serokatiya xwe de, bi rêya reform û deregulasyon ango bêrêzikbûnê, şiyana xwe ya sererastkirina aboriya ku qels e û vê dawiyê girêdayî piştgiriya darayî ya DYE’yê bûye, nîşan bide.
Ji bo Milei ku bi eslê xwe aborînas e û xwe wekî “anarşo-kapîtalîst” dide nasandin, ev hilbijartin piştî destbikarbûna wî di sala 2023’an de, yekemîn azmûna neteweyî ye.
Di hilbijartinan de nîvê Meclîsa Nûneran û ji sê paran pareke senatoyê têne nûkirin. Li gorî rapirsiyan, partiya Milei La Libertad Avanza (Azadî Bilind Dibe) dê hejmara kursiyên xwe zêde bike, lê dê nikaribe piraniyê bi dest bixe.
Milei, armanc dike ku ji sedî sî û yek (sêyek) nunertiyê ji bo partiya xwe di meclîsê de bi dest bixe. Ev rêje dê bihêle ku ew di parlamentoyê de xwedî hêza vetoyê be.
Dema rêveberiya Trump li DYE’yê piştgiriyeke xurt da Milei, rêveberiya Washingtonê soz da ku zêdetirî 40 milyar dolar alîkariya darayî bide Arjantînê.
Her çend Milei pesnê xwe bide ku enflasyonê daxistiye ji sedî 31,8 û cara yekem di 14 salan de zêdehiya budceyê peyda kiriye, lê van polîtîkayan berdêlek civakî ya giran çêkir: Zêdetirî 200 hezar kes karê xwe winda kirin, aborî ji sedî 1,8 kêm bû, rêjeya xizanî zû zêde bû.
Ji ber bertekên civakî û zoriyên aborî, tê nirxandin ku Milei neçar e ber bi xeteke bêtir pragmatîk ve biçe û dîsa bi waliyên eyaletan û blokên siyasî yên din re diyalogê dayne.

