Araîk Harutyunyan ku di navbera salên 2020-2023an de serokatiya rêveberiya Qerebaxê dikir, bi tawanên giran ên wekî “meşandina şerê êrîşkariyê, qirkirin, terorîzm û tawanên din” cezayê heta hetayî lê hate birîn.
Di heman dozê de, serokên berê Arkadi Gukasyan û Bako Sahakyan ji ber ku temenê wan ji 65 salî derbas bûye, li şûna heta hetayî 20 sal cezayê girtîgehê girtin.
Her wiha serokê berê yê parlamena Qerebaxê Davit Işhanian, wezîrê derve yê berê Davit Babayan û yek ji generalên artêşa Ermen Davit Manukyan jî bi cezayê heta hetayî hatin mehkûmkirin.

