Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê hat pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şêniyên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê bi dirûşma “Em ê bi hêza karkeran netewa demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî” ” pîroz kir.

REQA

Konfederaliya Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê û Yekîtiya Kedaran a Reqayê pîrozahî li hola Tac a bajarê Reqayê li dar xist. Bi sedan karker, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, şêniyên bajar beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê Yekitiya Karkeran a Reqayê Zahir El Ebdullah axivî û got: “1’ê Gulanê li we pîroz be. Bi hêza we em neteweya demokratîk ava dikin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.”

Hevseroka Konfederaliya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn El Hesen jî 1’ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  tevahî kedaran pîroz kir û got: “Ev roja qêrîna azadxwazan e, roja têkbirina kedxwariyê ye.”

Piştî axaftinan komên hunerî yên ji Reqayê hunerên xwe pêşkêş kir. Pişte hunermend Ehmed El Omer û Nesrîn Botan jî stran gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govend gerandin.

MINBIC

Li bajarê Minbicê jî bi beşdariya bi sedan karkeran, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê, şervan û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiya Sûriyeya Pêşerojê  şahiyek hat lidarxisitn.

Şahî bi dirûşma “Bi hêza karkeran em neteweya demokratîk ava dikin” ji aliyê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk ve li Stadyuma Hesûn a li ser rêya Helebê hat lidarxistin.

Hevseroka Yekîtiya Kedkaran a Kantona Minbicê Asya Ilêwî 1’ê Gulanê li tevahî karker û kedkaran pîroz kir û got: “Bi hêza karkeran em ê neteweya demokratîk ava bikin. Em ê soz didin em ê li hemberî tevahî xeterî û astengiyan bisekinin.”

Cîgira hevserokatiya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Muna Zekeriya 1’ê Gulanê li tevahî karkran pîroz kir û got: “Ev roj ji bo tevahî civakan û tevahî karkeran roja serketin û azadiyê ye.”

Piştre cîgira hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakê û Xebatê ya Kantona Minbicê Munteha Beşmaf anî ziman ku ew bi hêza karkerên Minbicê serbilind in û got: “Em bi ked û hişmendiya karkerên xwe serbilind in. Dema ku dest û hişmendî bi hev re kar dikin nirxê kar pêş de diçe. Bajarê me wê dest ji zedên zarokên xwe yên kedkarên xwe bernede.”

Piştre komên stran û muzîkî yên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Minbicê hunerên xwe pêşkêş kir. Di dawiyê de Konfederaliya Civaka Demokratîk karker xelat kirin.

TEBQA

Li Keleha Caber a li Tebqayê jî bi sedan kesî 1’ê Gulanê bi şahiyekê pîroz kir.

Bi navê Yekitiya Kedkaran a Kantona Tebqayê hevseroka yekitiyê Zeyneb Omer got: “Em têkoşîna 1889’an a karkerên Şîkagoyê ku rê li ber têkoşînê vekir û rêyeke nû ji tevgera kedê re danî, silav dikin.”

Zeyneb Omer anî ziman Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye rola karkeran di navakirin û pêşxistina wan de.

Hevserokê Konfederaliya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen axivî û got: “Divê em 1’ê Gulanê bikin roja serhildan, şoreş û serketinê. Bi keda karkerên xwe em pêş de diçin.”

Piştre hunermend Yasmîn Esker, Hisên Emorî, Memduh Şitêwî û Sedam Zêdan stran gotin. Li ber stranan govend hatin gerandin.

DÊRAZOR

Li devera Meamîl a Dêrazorê jî şahiyek ji aliyê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk ve hat lidarxistin. Di nav de nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, saziyên civaka sivîl, meclîsên leşkerî, bi dehan şênî beşdarî şahiyê bûn.

Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a Kantona Dêrazorê Hemûd Ek Akul 1’ê Gulanê li tevahî karkeran pîroz kir û got: “Em çi ferdên ku ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî û debarê ya civaka xwe de kar dikin, silav dikin.”

Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Dêrazorê Îbrahîm El Sulan bal kişand ser ku karker bingehên avakirin û pêşxistina civakan e û got: “Em timî aştiyê ji bo tevahî gelên cîhanê  û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin.”

Di dawiyê de diyarî pêşkêşî karkeran hatin kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsan li Êlihê firoşkarê hişbirinê ceza kirin
Nûçeya Pişt re OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karasû: Paradîgmaya Rêber Apo wê sîstema dewletperest tune bike – NÛ BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên di şer û…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li Nisêbînê destdirêjî şermezar kirin

Piştî destavêtina ku çawişekî pispor li Şirnexê kir, jinên Nisêbînî meşiyan û diyar kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji her deh deqeyan carekê ji ber tenêtiyê kesek dimire

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şirîn Ebadî: Li Girtîgeha Evîn êşkence zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump: Ti tiştî pêşkêşî Îranê nakim, qet naxivim jî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?