Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Berxwedanê hate pîrozkirin
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Berxwedanê hate pîrozkirin

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di pîrozbahiyan de hate diyarkirin ku destkeftiyên gelên herêmê encama têkoşîn û berxwedana bi dehan salan e.

 

QAMIŞLO

Bi boneya 47`emîn slavegera damezrandina PKKˊê (Roja Berxwedana Neteweyî) Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê pîrozbahiyek bi rêxistin kir.

Bi sedan welatiyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişlo ku di nava wan de koçberên Şehba -Efrîn û Serêkaniyê jî hebûn tevlî şahiyê bûn. Jin, mêr, ciwan, zarok, xwendekar, rewşenbîr û mamoste, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl di şahiyê de cihê xwe girtin.

Amadebûyên şahiyê dema li qadê kom bûn dirûşmeyên “Ne dawî ye, destpêkeke nû ye”, “Bijî Rêber Apo” berz kirin. Girseya gel li ber stranên şoreşgerî govend gerandin; alên PKK`ê û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Bernameya şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo Şemsîxan Gulo axivî, şehîdên şoreşê bi bîr anîn û Rêber Apo silav kir. Şemsîxan Gulo da zanîn ku ew bi saya keda Rêber Apo û şehîdan li hev kom bûne û got: “Çavê hemû cîhanê niha li Îmralî ye. Divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê. Heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê li ser piyan bin. Divê em ranewestin.”

Li ser navê Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo jî, Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêro Şero axivî û 27ˊê Mijdarê li hemû gelên Kurdistanê û cîhanê, bi taybet li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Şero got: “Îro rojek ji rojên dîrokê ye, tişta di nava qadên berxwedanê de tê dîtin, şax û berhemên tevgerê ne. Li cîhanê bi giştî şaxên xwe vedaye. Bi keda gerîla, şoreşger û gelê me em îro li vir kom dibin.”

Şahî bi gerandina govenda li ber stranan û bi xwendina helbestan bi dawî bû.

TEBQA

Bi boneya salvegera 47ˊemîn a damezirandina PKKˊê (Roja Berxwedana Neteweyî) xelkê kantona Tebqayê û koçberên Efrîn-Şehbayê, meşeke girseyî li dar xist.

Bi hezaran xelkê kantonê û koçber, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê tevlî meşê bûn.

Meşê ji pêş Kampa Stadyûma Bajarê Wezîşê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêber Apo û pankartên “Bi xwişk-biratiya gelan em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin”, “Bi hevgirtina gelan em ê deriyên Îmraliyê bişikînin” hildan.

Meş li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa El Sanî (duyem) a bajêr rawestiya. Li wir Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Mehmûd El Sayil axivî. El Sayil di destpêka axaftina xwe de damezrandina PKKˊê li Rêber Apo û gel pîroz kir û got: “Bi vê boneyê em daxwaza pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.”

Li aliyekî din jî li ser navê koçberên Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed axivî. Elîf got: “Rojbûna PKKˊê rojbûna jiyan, mirovahî û demokrasiyê ye û ew destana sedsala 21ˊê ye, serdema azadiya jin-ciwanan û projeya neteweya demokratîk e.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê (Kurd, Ereb, Suryan) 27’ê Mijdarê (Roja Berxwedana Neteweyê) li hola Roj a rojhilatê bajar pîroz kir.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa bajarê Tirbespiyê Silêman Hisên axivî û bal kişand ser rola PKK’ê di parastina doza Kurd û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de.

Hisên di dewama axaftina destnîşan kir ku bi saya hevgirtina gel û têkoşîna wê ya bi pêşengiya Rêber Apo, hemû hewldanên dewleta Tirk a dagirker û pergalên mêtînger ên tunekirina PKK’ê têk çûn.

Piştre Koma Serdem a ji bajarê Hesekê û hunermend Talib El Nasir stran pêşkêş kirin. Girse li ber stranan govend gerandin. Di dawiya şahiyê de helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin.

AMÛDÊ

Şêniyên bajarê Amûdê û koçberên Efrîn û Şehbayê jî Roja Berxwedana Neteweyî li hola Kerem pîroz kir.

Piştî rêzgirtinê, welatparêz Emîn Ebduselam ê ku Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye axivî. Emîn Ebduselam behsa hevdîtinên bi Rêber Apo re kir û wî bi fîlozofê serdemê bi navê kir.

Di dawiya şahiyê de Koma Tolhildan, Koma Şehîd Delîla, hunermend Lawîn Yûsif û Îbo Can stran gotin. Beşdaran li ser stranan xelekên govendê gerandin.

ÇILAXA

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa jî şahiyek li garaca bajar li dar xist. Li hola geracê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK`ê, pankartên “Cejna vejîna gelên Kurdistanê pîroz be” hatin daliqandin.

Şahiya ku girseyeke mezin lê hazir bû, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Bajarê Çilaxa Feysel Hesen axivî û got: “Avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo gelên ku di bin nîrê qirkirin û asîmîlasyonê de rû bi rû mabû ku gelê Kurd jî di nav de mîladek bû.”

Piştre Koma Serhildan a girêdayê navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan û hunermend Waîl Haco û Mihemed El Iwêd stran gotin. Girse li ber stranan xelekên govendê gerandin.

TIL HEMÎSÊ

Meclisa bajarê Til Hemîsê jî bi beşdariya girseyek mezin a şêniyan şahiyek li hola navenda Çandê li dar xist.

Di şahiyê de hevserokê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Salih El Xelef Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kir û diyar kir ku ev kombûn îfadeya piştevanî û serbilindbûna bi meşa tevgera azadiyê ye.

El Xelef destnîşan kir ku projeya tevgera azadiyê projeya demokrasî, edalet û wekheviyê ye.

Piştre sînevîzyonek li ser avabûna PKK’ê û pêvajoyên tê re derbas bûne û peyama Rêber Apo hat pêşandan.

Şahî bi stran, govend û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Eyn Îsayê şehîd Şîlan û hevrêyên wî hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re Cejna Berxwedana Neteweyî li kantona Firatê hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Em êdî ne Kurdên ji rêzê ne!

Wek gelê Kurd ji dîrokê heya niha em bi dijminên curbecur re rast hatine û…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Li Sistan-Belûcistanê êrişa li ser hêzên Îranê: 3 mirî

Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya Îranê di êrîşên çekdarî de 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Newaya Jin bi rojeva ‘xweparastinê’ hate weşandin

Hejmara 231'ê ya Newaya Jin bi manşeta 'Dema xweparastinê ye' hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Nîjeryayê ‘êrîşa şaş’: Zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî dîlgirtina çar mehan: Ez jineke Kurd im û şervan im

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Înkara 64 salan: Kurd garantiya destûrî dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?