Operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk ku 22’ê Hezîranê li herêmeke berfireh a ji navçeya Xîzan a Bedlîsê û navçeyên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê hate destpêkirin, dewam dike. Hate ragihandin ku operasyon li ligundên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Hûzeran, Giran, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Desta Ovî, Deşta Kaviltîn û Çiyayê Hêstirê ên Xîzanê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê tê meşandin.
Di operasyonê de ku bi sedan leşker û cerdevan tevlî bûne, bejahiya gundan û qadên daristanî bi helîkopteran têne bombekirin.
Hat ragihandin ku gundên Giran û Hûzeranê ji duh ve dorpêçkirî ne û qadên daristan û cihên darên fêkiyan tên bombebarankirin. Di heman demê de hat ragihandin ku di ketin û derketina gundên navborî de welatî piştî GBT’ê derbas dibin.
Li gor agahiyan; zozanên Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî û Deşta Kaviltînê jî hatine qedexekirin. Şêniyên ku ji ber operasyonê nikarin biçin zozanên xwe, wiha gotin: “Ji roja operasyon hatiye destpêkirin heta niha em nikarin kar û barên xwe bikin. Em nikarin miyên xwe bidoşin û biçin zozanan. Bênavber dengê çekan û bombeyan tên. Ev operasyon her sal tên kirin.”
ŞIRNEX
Wezareta Karên Hundirîn ragihandibû ku li bejahiya gundên Melêsê û Hemka û Çiyayê Bermal ên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona dagirkeriyê dane destpêkirin. Operasyon dewam dike. Di navbera leşker û gerîla de şerê dijwar diqewime. Walîtiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Şirnexê çend roj beriya niha ketin û derketina herêmên ku şer lê diqewimin qedexe kiribûn.