Li navçeyên Tetwan û Xelatê yên Bedlîsê serê sibehê serdegirtin li gelek malan hate kirin.
Hate ragihandin ku di serdegirtinan de ku bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” hate kirin 25 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan 25 kes bi hinceta ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne hatin binçavkirin.
Her wiha hate gotin, di dema serdegirtinê de polîsan êşkence kirine.

