Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku gelê Kurd wê tevî dostên xwe li Kolnê bi meş û mîtîngê nîşan bidin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûne û êdî dema azadiya fîzîkî ya Ocalan hatiye.
Yilmaz ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ çalakî, konferans û mîtîng têne lidarxistin û got, “Weke asta herî iblind a pêngavê jî wê li Kolnê meşeke navendî bê lidarxistin. Bi sed hezaran kes wê berê xwe bidin Kolnê. Em ê li dora Rêberê xwe bicivin û diyar bikin ku êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî hatiye.”
Yilmaz anî ziman ku li Berlînê jî amadekariyên ji bo meşê qediyane û got, “Otobus hatin amadekirin. Serdana mal, dikandar û civînên gel hatin kirin. Gelê Kurd wê tevî dostên xwe li Kolnê bi meş û mîtîngê nîşan bidin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûne û êdî dema azadiya fîzîkî ya Ocalan hatiye. Weke Meclîsa Nav Berlînê em bang dikin ku 16’ê Sibatê saet di 23:00 de bi otobusan tevlî meşê bibin.”
DEM Û CIHÊ RABÛNA OTOBUSAN:
16’ê Sibata 2024’an
Saet 23.00
Residenzstraße 54,
13409 Berlin (Komel)