Li gel Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar gelek jin beşdarî meşê bûn. Meş bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” hate lidarxistin.
Jin ji Parka Kardeşlîk heta bi Mizgefta Akpinarê bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Li dijî tundiya mêr bijî piştevaniya jinê” meşiyan. Di daxuyaniyê de nerazîbûn ji polîtîkayên şer û tundiyê yên li hemberî jinê hate nîşandan.
Emîne Caynak bi navê TJA’yê axivî, işaret bi kevneşopiya berxwedanê ya jinan kir û anî ziman ku têkoşîn wê dewam bike.
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn jî diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan roja piştevanî û raperînê ye.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî qala bûyerên herêmî kir, anî ziman şer bandorê li jinan dike û got, “Şer qirkirina jinan e.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” û pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê got, “Bi banga Birêz Ocalan re li vî welatî zemîneke polîtîk a ku firsenda paşerojeke azad û demokratîk dide jinan, jinûve hate afirandin. Dema ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin herî zêde ev bang ji bo jinên li qadan bûn. Em ê li qadan her tim vê bangê, aştiyê û têkoşîna azadiyê diparêzin. Heta ku mafê hêviyê û azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk were em ê têkoşînê dewam bikin.”
Daxuyanî bi helbest û dirûşman bi dawî bû.

