Leşkerên Tirk li bejahiya çiyayê Bagokê ya navçeya Nisebînê ya Mêrdînê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê ku li qada navbera taxên Marîne û Girêmîra hatiye destpêkirin de, gelek wesayiyên zirxî yên leşkerî û tîmên tevgera taybet a cendirmeyê sewqî herêmê hat kirin.
Li herêmê tevgera leşkerî dewam dike.