Çarşem, 25 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Haydar Sever li Dersimê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî sih salan li qada Newrozê bû: Herî zêde mafê Rêbertî ye ku li qada Newrozê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleryuz: Pêvajo dereng dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dêrikê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilabanê pîrozbahiya bi coş a Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê Newroz li gel baranê jî bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiyên Newrozê li çiyayên Kurdistanê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Daqoqê bombe teqiya, polîsekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê piştgirî da projeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr
Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

Doga, li çiyayên pîroz ên Kurdistanê dibe yek ji wan jinên serhildêr ên ku can didin axê. Ew di rêya şehîdan de ronî dibe û ji bo gelê xwe yê bindest dibe meşaleya azadiyê. Bi dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertiyê, gelê xwe û hevrêyên xwe, dibe gerîlayeke mîna

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Sibat 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Riha; derguşa mirovahiyê û bajarê pêxamberan… Bi cihê xwe yê qedîm ê di dîrokê de, bajarekî wisa ye ku wate û rê dide koka hemû hebûnê. Çavkaniya dewlemendiya wê ya çandî, ji derketina hemû ol û pêxamberên li ser van axan tê. Riha ku derguşa olan e, di çavê gel de wekî bajarê pêxamberan bajarekî pîroz e. Navenda înzivayê ya ronîbûn û gihîştina mertebeya kamilbûnê ye. Di heman demê de, ew bajar e ku Tevgera Azadiyê PKK jî lê gihîştiye ronahiyê. Lewre Rêber Apo li ser vê axê ji dayik bûye û ev ax, bi lêgerîna wî ya heqîqetê re gihîştiye cewherê nasnameya xwe ya ronakbîr.

Çawa ku her lêgerînek mirov dibe ser wateya tiştekî û çalakiya afirandinê; PKK jî wekî tevgera azadbûn û nûbûnê, mirov di her kêliya jiyanê û di her zehmetiyê de dibe ser lêgerîna wateyê; di encama vê lêgerînê de jî dibe ser afirandinê. Şehîdên berdêlên mezin û berxwedanê, bûne navê dîroka mirovahiyê û wateyê. Mirovahî cih daye gerîlayên ku bûne efsane di rûpelên dîrokê de û bi vê re tiştê rast û xweş gihandiye heqîqetê. Ji ber vê yekê ye ku ax û gelên Kurdistanê her dem bûne navenda berxwedanên mezin. Bajarê Rihayê jî di lêgerîna azadiyê de pêşengî ji wateyên nû re kiriye, bi lehengiya xwe kok vedaye û ev yek li her derê Kurdistanê belav kiriye.

Ev bajarê qedîm; ji dema klan û qebîleyan heta civakbûyîna îro, li ser bingeha parastina azadî û nasnameya xwe, çanda xwe ya civakî kiriye çavkaniya gelek berxwedanan.

Çîroka jinên ciwan ên ku ji vê kevneşopiya berxwedanê tên, ku dîrok û hevalên wan dê her dem bi rêz û serbilindî bi bîr bînin, di vê bajarê pîroz re derbas dibe. Jina ciwan Binevş Altay, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku welatparêzî tê de bi kûr tê jiyîn, di malbateke welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Bi pîroziya axa ku lê mezin bûye ve xwe dipêçe û li dijî hemû xerabiyan her dem bi serhildêrî û serbilindî mezin dibe. Salên naskirina kedê hîn di zaroktiyê de destpê dikin. Bi dilsoziya xwe ya ji bo welat û axê, jiyaneke bi rêgêz dipejirîne. Nakokiyên wê yên li hemberî pergalê, wê ber bi lêgerînên mezin ve dibin.

Binevş a ku diwanzdeh salan di dibistanên dewletê de dixwîne, bêyî ku ji cewherê xwe tiştekî winda bike, tu carî nakeve xefika lîstikên şerê taybet ê pergalê. Her  udi civakê de şahidiya rastiya jinê dike, hîs dike ku ew ne aîdî vê pergalê ye. Ji bo vê yekê, têdigihîje ku divê teqez rêyeke çareseriyê bibîne.

TEVLÎ BERXWEDANA KOBANÊ YA DÎROKÎ KU LI CÎHANÊ DENG VEDAYÎ DIBE

Bi taybetî bi gotina Rêber Apo ya ku dibêje; ‘Mirovê ku wate û hîs afirandiye, mirovê herî bi hêz e’ di temenekî biçûk de nas dike û pir di bin bandora vê gotinê de dimîne. Ev gotina Rêber Apo, di kesayetiya Binevşa ciwan de şopeke mezin dihêle; wê di cîhana hest û raman de ber bi lêgerîna azadiyê ve dibe. Hestê wijdanê yê ku hîn di zaroktiyê de di dilê wê de kûr bûye, dibe sedem ku ew bigihîje qonaxeke nû ya biryardariyê. Êrîşên neheq ên li Kurdistanê û hestê berxwedanê yê ku di nav gel de geş dibe, dibe sedem ku ew jî tevlî vê berxwedanê bibe.

Jina ciwan Binevş, di sala 2014’an de ji êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û ji jiyana gel a tije berxwedan pir bandor dibe. Dema ku di pêvajoya berxwedanê de rewşa perîşan a gelê ku neçar maye ji Rojava koçî Rihayê bike dibîne, hestên wê yên hêrs û tolgirtinê kûrtir dibin. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku Rojhilata Navîn wêran kiribûn û bibûn xewna tirsê ya hemû cîhanê, ew biryara xwe dide ku li kêleka şervanên azadiyê di nav berxwedanê de cih bigire. Binevş Altay a ku bi vîneke mezin û wêrekiyeke bêsînor biryara şer dide, di sala 2014’an de tevlî nava refên azadiyê dibe û navê Doga Şîn li xwe dike.

LI DIJÎ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê SERBILIND Û LI SER PÊYAN E

Berxwedana dîrokî ya Kobanê ya ku li cîhanê deng veda, bi berxwedana destanî ya bi hezaran fedaîyan rastiya têkoşînek mezin derxist holê. Şervana ciwan Doga jî tevî hemû astengiyan ranewestiya û berê xwe da qadên ku berxwedana dîrokî lê dihat jiyîn. Doga, ji vî pêvajoya şer pir bandor bû. Pêvajoya perwerdeya leşkerî temam kir û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û bû lêgerînera tolgirtinek mezin. Di her hemleyê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi awayek birûmet rawestiya û derbên giran li wan xist.

Gerilla Doga ya ku di rastiya şerê li vir de di gelek mijaran de bû xwedî ezmûn, daxwaz kir ku bigihîje rastiya heqîqeta jiyanê. Di pêvajoya şerê pir dijwar de di şerekî de giranî birîndar bû. Piştî birîndarbûnê di demeke kurt de tedawiya xwe temam kir; tevî birîndariya xwe dîsa di eniyên herî pêş de têkoşîna xwe domand. Li qada ku lê bû, rê neda ku çete gavekê jî bi pêş de gav biavêjin.

Lê belê mercên şer birînên wê kûr kirin û ji aliyê hevalên wê ve ji bo tedawiyê ji qadeke din re hat şandin. Di vê pêvajoyê de dema ku tedawî didît, di heman demê de fersenda hûrbûneke kûr jî dît; beşdarbûna xwe ya hestiyar analîz kir û hewl da ku di kesayetiya xwe de seknekî bîrdozî û têgihîştî nîşan bide.

Doga, di vê pêvajoyê de bi piştgiriya moralê ya mezin a hevalên xwe tedawiya xwe temam kir û vegeriya qadên şer. Piştî pratîka şer a dirêj û dijwar, Doga berê xwe da çiyayan ku wekî qibleya azadiyê didît û li qada Garê hat erkdarkirin. Di nava vê qadê de di yekîneyên bi tevger de cih girt.

Di dema ku di yekîneyên bi tevger de cih girt de, bi jêhatîbûn û çalakbûna xwe di hemû xebatên pratîk de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Bi kesayetiya xwe ya mutewazî û durust, bû çavkaniya moralê ji bo hevalên xwe.

Gerilabûn; li hemberî her cûre zehmetiyên jiyana çiyê li ber xwe dan e û bi eşq û evîn hezkirina xweza, çiya û jiyanê ye. Milîtanê wêrek Doga, di xeta azadiya jinê de bi îdîayeke mezin dimeşe. Di çiyayên Kurdistanê yên dijwar de û di mercên herî giran ên van çiyayan de fêr bû ku xwe ava bike. Ji ber vê yekê asîbûn û xisleteke xurt ê çiyayan ji xwe re kir bingeh.

Yek kêliyê jî ji zehmetiyan nereviya û her tim pêşniyar kir ku biçe qadên têkoşînê yên herî dijwar. Hê dema ku li çiyayan nû bû, fêr bû ku zehmetî mirov mezin dikin. Doga ya ku dizanibû ji bo gihîştina armancên mezin divê mirov di zehmetiyên mezin re derbas bibe, ji bo hevalên xwe yên ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin bû hevreya rojên herî dijwar.

JI BO HEVALÊN XWE DIBE MILÎTANEKE MÎNAK

Li çiyayên pîroz ên Kurdistanê ku bûne warê xwedawendan, Doga bi tevlîbûna xwe ya sade û fedakar, li ser her gerîlayê ku nas kirî û dîtî şopeke kûr dihêle. Bi tevlîbûna xwe ya çalak û bi moral, di demeke kurt de di gelek xebatên girîng de cih digire. Xebata ku dimeşîne çi dibe bila bibe, bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navberê, bi ciddiyeteke mezin nêzîk dibe. Bi taybetmendiya xwe ya jêhatî rengê xwe dide hemû xebatan. Li ku derê pêdivî hebe li wir amadebûnê, çalakbûn û serkeftinê wekî wezîfeya milîtantiyê dibîne.

Doga ya ku li cihê lê bû û di xebatên ku dimeşand de her tim bawerî dida, bi pratîka xwe baweriya hevalên xwe vala dernaxist. Doga ji bo di warê leşkerî de kûr bibe hewldaneke mezin nîşan da; bi armanca ku xwe ji şêwazê şerê gerîla yê serdema nû re amade bike ku bi rengekî profesyonel tê meşandin, hûr bû; xwe di warê teknîk û taktîk de pêş xist.

Li gel kûrbûna leşkerî, kûrbûna bîrdozî jî ava kir; bi wê rastiyê ku ev kûrbûn tenê bi hewldana fêmkirina Rêbertiyê û bê tawîz dayîn pêkan e, sekna xwe ya dilsoziya bi Rêbertiyê re her tim di jiyana xwe de nîşan da.

Doga, bi salan li çiyayên Kurdistanê bê rawestandin, bi moralek mezin û bi sekneke berxwedêr têkoşiya. Di her qada ku pratîk lê meşand de, li pey xwe şopên kûr hiştin. Ew milîtaneke wisa ye ku bi samîmiyet û xwezayîbûna xwe, hezkirin û rêza hemû hevalên xwe qezenc kir. Doga, bi salan li çiyayên Kurdistanê têkoşiya; li ku derê pêdivî hebû li wir cihê xwe girt.

Bi meşandina xebatan di gelek qadan de, wateya jiyana gerîlatiyê bi jiyankirinê fêr bû. Li qadên ku lê ma û ked da de, her tim bi ser ket ku bibe xwedî kesayetiya milîtanekê ku lêgerîn û bêriya wê tê kirin.

BI ŞEHADETA XWE BÎRANÎNEKE NEMIR DIHÊLE

Gerîla Doga ya ku bi berxwedana xwe serê xwe rakir asîmanê, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bû sembola gelên mazlûm ên ku ber bi serkeftinê ve dimeşin. Gerîlaya wêrek Doga, di 11’ê Çileya 2025’an de di êrîşeke dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihîşt şehadetê; wê meşa azadiyê ya ku bi îdîa, fedaîbûn û eşqeke mezin tevlî bûbû temam kir û ala têkoşînê dewrî şopdarên xwe kir. Di dîroka Kurdistanê de bi asîbûn û kesayetiya xwe ya şervan, di nava warê qehremanan de cihê xwe girt.

Doga, dibe yek ji wan jinên asî yên ku li çiyayên pîroz ên Kurdistanê can didin axê. Di rêya şehîdan de ronî bû û ji bo gelê xwe yê mazlûm bû meşaleya azadiyê. Bi dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî, gel û hevalên xwe, bû gerîlayeke nimûne. Bi bîranîna xwe ya bihagiran a ku ji hevalên xwe yên têkoşînê re hiştiye, wê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de her tim di dilê gelê me û hevalên xwe de bijî.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Akademîsyen Seda Altug: Li Rojava vegera beriya 2011’an êdî ne pêkan e!
Nûçeya Pişt re JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tê îdîakirin ku Îsraîl wê li malên rayedarên pilebilind ên Îranî bixe

Li gorî nûçeya Channel 14’yê İsraîlê di çarçoveya êrîşên xwe yên tolhilanînê de malên rayedarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Colemêrgê ji 11 kesên ku hatinbûn binçavkirin 6 ji wan hatin girtin

Li Colemêrgê ji 11 kesên ku di 15’ê Gulanê de di operasyonên qirkirina siyasî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şehîdê berxwedana Dêr Hafirê merasîmeke girseyî hate lidarxistin

Şervanê QSD'ê Dijwar Qidurbeg (Mihemed Osê) ku li berxwedana Dêr H afirê şehîd bû, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Dêrikê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qilabanê pîrozbahiya bi coş a Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hezexê Newroz li gel baranê jî bi coş hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Pîrozbahiyên Newrozê li çiyayên Kurdistanê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?