Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şahiya Newrozê bi merasîma leşkerî destpê kir.
Di merasîmê de Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Xelat Şemsê axivî. Fermandara YJA Starê Xelat Şemsê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza dayikên şehîdan û gelan pîroz kir û ev tişt got: “Di şexsê Mazlûm Dogan de em Zekiye Alkan, Bêrîvan, Rehşan, Sema Yuce û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û li ber ked û fedekariya wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Çawa ku Kawayê Hesinkar bû sekin, biryar û îradeyeke xurt û li dijî zaliman serî rakir, bi berxwedaneke bê hempa jiyan anî asta herî jor, îro hêzên gerîla jî vê yekê pêk tînin. Li vir gelên mazlûm û bindest bi ser ketin. Di roja me ya îro de hesab ji zihniyeta desthilatdar û faşîst tê pirsîn. Bi pêşengiya Rêber Apo dîrok xwe ji nû ve diafirîne. Li ser koka xwe ji nû ve şîn dibe. Jiyaneke azad tê xwestin. Berxwedaneke bê hempa tê raberkirin. Mirov dikare vê yekê bibêje ku bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo, kelha zaliman hildiweşe û car din jiyaneke bi rûmet, wekhev û azad tê afirandin.
XWEDÎ DERKETINA LI NEWROZÊ, XWEDÎ DERKETINA LI RÊBER APO YE
PKK; rastiya Newrozê ye. Partiya me PKK Partiya Newrozê ye. Rêber Apo di her roja Newrozê de jiyan ji nû ve afirand. Ev jî ji hemû mirovahiyê re kir mal. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo her mirovekê ku dilê wî/ê ji bo azadiyê lêdide, pêk anî. Ev jiyana ku Rêbertî afirandî, ji bo hemû mirovahiyê alternatîfa jiyaneke nû ye.
Bi taybetî rol û wezîfeya ku Rêber Apo dayî jinên Kurd, li cîhanê mînak e. Jiyan û destpêkek nû ye. Têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê têkoşîn û cesareteke mezin diafirîne. Rêber Apo tişta ku ti kesê di dîrokê de nekariye pêk bîne, îro pêk aniye. Bi pêşengiya Rêber Apo mîrateke pir mezin tê afirandin, jiyan û hebûneke nû tê afirandin. Lewma Partiya me, Partiya Newrozê ye. Xwedî derketina li Newrozê, xwedî derketina li Rêber Apo ye. Xwedî derketina li Newrozê, xwedî derketina li nirxên gelê Kurd e. Ji bo vê yekê divê her mirovek Kurd, her mirovê ku li azadî û wekheviyê digere, li ser rêya heqîqeta Rêber Apo gavên herî rast bavêje. Bi vê wesîleyê em jî faşîzmê hilweşînin. Yên ku vê yekê bi ser bixîne, wê gelên mazlûm bin, gelê Kurd be, gelên Rojhilata Navîn be. Li vir ya ku bi ser bikeve, xeta Azadiyê ye.
Lewma em jî dibêjin ku ev Newroz wê bibe Newroza Rêber Apo, ev Newroz wê bibe Newroza Serketin û aştiyê. Wê bibe serketina şerê gelan. Yê ku bi ser bikeve jî xeta Rêber Apo ye. Lewma em car din dibêjin ku; Newroza Rêber Apo pîroz be, Newroza hemû gelan pîroz be. Newroza jinan pîroz be. Bijî Rêber Apo, Bijî Newroz!”
EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK BÎNIN
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ev tişt diyar kirin:
Şoreş Beytuşşebap: Em ê vê Newrozê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Di salên pêşiya me de Newroz wê hîn xurttir, bi moral û kelecantir be. Em Newroza hemû dayikên aştiyê, gelê Kurd ê welatparêz bi ruhê îro car din pîroz dikin.
Dilgeş Erdal: Newroza sala 2024’an wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne û ji hemû gelan re azadiyê bîne.
Arîn Mîlat: Şerê me şerê azadiyê ye. Weke gerîlayên YJA Star û HPG’ê em di vê îdîayê de ne ku em ê şerê xwe yê azadiyê bigihînin lûtkeyê. Îdîaya me mezin e. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji bo azadiya gelê Kurd, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin û dîsa em ê di çeperan de bi ser bikevin.
Bêrîtan Botan: Divê her ciwanê ku dilê wî/ê ji bo azadiyê lêdide, tevlî nava refên gerîla bibe. Em car din Newroza hemû gel û netewan pîroz dikin.
Tevî barana zêde jî, gerîlayan agir vêxistin û govend gerandin.