Li gorî agahiyan li bajarokê Daqoqê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, bombeyek li ber derê mala berpirsyarekî Heşdî Şabî Elî Cefer hatibû danîn. Hate gotin ku piştî polîs bi bûyerê hesiyane, xwestine bombeyê bê bandor bikin.
Hate gotin, di dema bê bandorkirinê de, bombe teqiyaye û di encamê de polîsek Kurd ê bi navê Mehdî Sebahe yê niştecihê Daqoqê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî heman çavkaniyê di encama bûyerê de berpirsyarê hêzên Heşdî Şabî Elî Cefer, du polîs û karmendek şaredariyê jî birîndar bûne.
Piştî bûyerê birîndaran rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpê kirin, nehat zanîn ew bombe ji aliyê kê ve li ber derê mala berpirsyarê Heşdî Şabî hatiye danîn.

