Meclisa Leşkerî ya Hecînê daxuyaniyek li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal weşand. Meclisê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: ” Çekdarên Dîfa El Watanî hewl dan bikevin gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê. Hewldan ji aliyê şervanên me ve hat têkbirin.”
7-9’ê Tebaxê koma Dîfa El Watanî û komên din ên çekdar bi obus û hewanan êrîşî gundên rojhilatê Dêrazorê kirine û di encamê de zarok û jin jî di nav de 13 kes şehîd bûn, 12 kes jî birîndar bûn.
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ragihandibû ku 25 endamên koma Dîfa El Watanî û komên din ên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê hatibûn kuştin.