Şahidên ku me têkildarî bikaranîna tirkayê bi wan re hevdîtin pêk anî, diyar kirin ku hem ji ber tedawiya kêm hem jî nestandina tedbîrên hewce ciwan nikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin.
Temenê bikaranîna tiryakê ku veguheriye pirsgirêkeke civakî, li gelek bajaran heya 9’an daketiye. Ev kesên ku di pêvajoya bengîtiyê de nikarin piştgiriyê bistînin, nikarin xwe bigihînin piştgiriyê yan jî bi hinceta ku ew tedawiyê qebûl nakin pêvajoya tedawiya wan tê dijwarkirin, zirarên mezin didin endamên malbata xwe. Mînaka vê yekê ya dawîn li navçeya Misircê ya Sêrtê rû da. Welatiyê bi navê Onûr Ari ku hate diyarkirin ku bengiyê tiryakê ye, hevjîna xwe û mamê xwe bi çekê qetil kirin, dayîka xwe û du kesên din jî birîndar kirin. Hate zanîn ku Onûr Ari beriya niha tedawî bûye lê belê piştî demeke kurt dubare dest bi bikaranîna tiryakê kiriye.
Li Sêrtê gelek mînakên weke Onûr Ari yê ku hate tespîtkirin ku sê rojan beriya bûyerê jî madeya hişbir bi kar aniye, hene, rêyeke têkoşîna li hemerî vê yekê ya bi bandor tune ye.
NE NAVEND NE JÎ TEDAWÎ HEYE
Li bajarê Sêrtê yê ku 300 hezar nifûsa wê heye, li hemberî bengîtiyê bes navenda YEDAM a girêdayî Yeşîlayê heye. Ciwanên ku dixwazin xwe ji bikaranîna madeyê rizgar bikin, ji bo tedawiyê ji bajarên weke Îzmîr û Xarpêtê re tên şandin. Kesên ku ji ber dûrbûna navendên tedawiyê li cihên ku diçinê namînin yan jî tedawî nabin, bi qasî ku li Sêrtê dimînin hem zirarê didin xwe hem jî didin malbatên xwe. Her wiha her du pêşniyazpirsên têkildarî mijara berbehs ên ku ji aliyê Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş ve hatin dayîn jî bê bersiv man.
JI DERDORA XWE RE BÛNE GEF
Yek ji şahidên ku em têkildarî mijara berbehs pêre axivîn, têkildarî mexdûriyet û zehmetiyên pêvajoya bengîtiya birayê xwe axivî. Welatiyê şahid û ku diyar kir ku ew ji her derê çûnê vegeriyane û herî dawiyê jî birayê wî hewl daye bi kêrê dayîka xwe qetil bike, anî ziman ku divê ji vê rewşê re çareseriyeke mayîn de were peydakirin. Welatiyî da zanîn ku ji bo ku ew birayê xwe yê bengiyê tiryakê rizgar bike bi salan li ber xwe daye û ev yek anîn ziman: ‘’Min serî li hemû deriyên dewletê dan lê belê tu saziyan alîkariya min nekir. Yasa, bengiyan tedawî nakin, berovajî wê berê wan dide sûcan.’’ Welatiyê şahid da zanîn ku birayê wî yê ku ev demeke dirêj e bengî ye, bi demê re ji bo derdora xwe veguheriye gefekê û anî ziman ku ji bo kontrolkirina vê rewşê herî dawiyê ew çûye edliyeyê û daxwaz kiriye ku bi darê zorê birayê wî tedawî bikin. Welatiyê şahid da zanîn ku birayê wî yê bengî winda bûye û di wê pêvajoyê de nehatiye dîtin û got: ‘’Dadgehê derheqê birayê min de biryara girtinê da. Di biryarê de bi awayekî eşkere hatibû nivîsandin ku ‘divê were girtin, wî bibin nexweşxaneyê û derxînin dagehê’ hatibû nivîsandin. Tevî ku ev biryar çû navenda polîsan jî birayê min nehate girtin. Min ji derdora pirsî bê ka li ku ye. Hemû kesan digot ku ‘Li ba polîsan e.’ Yanî qaşo polîs lê digeriyan lê belê di rastiyê de li ba polîsan bû û bi wan re digeriya. Ez çûm nexweşxaneyê, min ew bir odeya polîsan. Min biryara girtinê nîşanî wan da. Got ku ‘Ez polîsê nexweşxaneyê me, ez nikarin pêre eleqedar bibim.’ Bijîşk, ji ber ku mesaî diqediya nedixwest lê binêre. Min birayê xwe li odeya polîs sekinand û ez bi bijîşkî re axivîm, hemû kar min kirin. Dema ku polîs hatin, hesab ji min pirsîn. Gotin ku ‘Te birayê xwe çawa anî?’ Min jî got ku ‘Erkê ku we bi cih neaniye, min kir.’’
LI ŞÛNA TEDAWIYÊ WAN BI KAR TÎNIN
Welatiyê mexdûr piştre diyar kir ku di dadgehê de weke pêngava yekem pêvajoya tedawiya birayê wî hatiye redkirin û got: ‘’Min ji bijîşk û dadgehê re got ku ‘Ev kes di bin bandora tiryakê de ye, nikare xwe kontrol bike.’ Wan jî got ku ‘Hişê wî serê wî ye’ û bi darê zorê biryara tedawiyê nehate dayîn. Min weke ‘Ma ji bo tedawiyê divê bi temamî hişê xwe winda bike?’ pirsî. Lê belê bersivek nehate dayîn. Birayê min li gel polîsan weke ‘hevalan’ bû. Însanan ji min re digot ku ‘Pêşıyê birayê xwe ji polîsan xilas bike.’ Li şûna kesekî bengî were tedawîkirin, tê bikaranîn. Ev bêwijdaniyeke gelekî mezin e, bê exlaqî ye. Kesekî ku divê were rizgarkirin, bi destê dewletê tê bikaranîn.’’
AMATEM’Ê EM QEBÛL NEKIRIN
Welatiyî diyar kir ku wî herî dawiyê birayê xwe qanih kiriye û biriye AMATEM’a li Amedê lê belê li wir jî bi heman rewşê re rû bi rû maye û ev yek anîn ziman: ‘’Birayê min dixwest tedawî bibe. Min ji bijîşkî re got ku ‘Ji kerema xwe tavilê biryara razandinê bidin ku bila birayê min poşman nebe.’ Lê belê ji min re gotin ku ‘Mesaî qediya, roja Duşemê werin.’ Dema ku min israr kir, bang li erkdarên ewlehiyê kir û em ji nexweşxaneyê avêtin. Her wiha midûrê wir ji min re got ku ‘Ma dibe ku em hemû kesên ku dixwazin tedawî bibin, tedawî bikin?’ Gelo ma ev dibe ku midûrê nexweşxaneyê tiştekî wiha bibêje?’
JI BO PEREYAN KÊR KIŞAND DAYÎKA XWE
Welatiyê mexdûr piştre diyar kir ku wê rojê ji ber ku tedawî pêk nehat, birayê wî dubare winda bûye û piştî çend rojan jibo pereyan kêr kişandiya dayîka xwe û li ser vê yekê hatiye binçavkirin. Welatîyî da zanîn ku birayê wînêzîkî 5-6 mehan di girtîgehê de maye û ev yek anîn ziman: ‘’Li girtîgehê dûrî tiryakê ma. A niha paqij e lê belê em hê jî ditirsin. Li Tirkiyeyê bernameya têkoşîna li dijî tiryakê tune ye. Kesên ku tiryakê bi kar tînin nayên selihandin û cezakirin. Ev pergal rêya sûcî nagire, berovajî wê berê wan dide sûcî. Ger navendên tedawiyê werin vekirin girtîgeh ev qas tije nabin.’’
DIVÊ NE MIZGÎNIYA GIRTÎGEHÊ DIVÊ YA AMATEM’Ê WERE DAYÎN
Welatiyê mexdûr di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê bi taybetî jî li bajarên Kurdan navendên tedawiyê kêm in û got: ‘’Ji bo nêzîkî 20 milyon nifûsê bes du AMATEM hene. Li navendên li Wan û Amedê bes 40-50 cih hene. Divê herî kêm li hemû bajaran navendeke AMATEM’ê were vekirin. Ciwan bi çarenûsa xwe re hatine hiştin. Kesên ku mizgîniya vekirina girtîgehan didin, li şûna wê bila mizgîniya AMATEM’ê bidin.’’

