Li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê li kantonên Cizîr û Kobanê gelê herêmê komîteyên parastinê ava kir û li gel QSD û YPJ’ê taxên xwe diparêze.
Li aliyê din dilsoziya bi berxwedana Rojava re dewam dike. Di vê çarçoveyê de ji Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ciwan hatin Rojava û tevî seferberiyê bûn.
Bi hezaran malbatên ji cih û warê xwe bûne, xwe li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Qamişo, Amûdê, Dirbêsiyê û Hesekê girtin. Heyva Sor a Kurd, şaredarî û mecîsên bajêr stargehan ji koçberan re amade dikin û bersivê didin pêwîstiyan.
Li Kobanê ku ji aliyê çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, pirsgirêka av, derman û xwarina pitikan heye. Ev rewş li ser jiyana bi hezaran mirovî gef e. Ji bo rakirina dorpêçê bangên lezgîn tê kirin.

