Pêncşem, 26 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî parve bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 33 ramangeran banga ji bo ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Rapora komîsyonê li medya dîjîtal bi şert hate qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava: Dixwazin vîna Êzidiyan tasfiye bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ji bo serkeftina gava nû divê dawî li pratîkên qeyûm bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Li dijî kiryarên hovane divê her kesên xwedî wijdan rabin ser piyan’
Rojava

‘Li dijî kiryarên hovane divê her kesên xwedî wijdan rabin ser piyan’

Gaziyên Jin ên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên hovane yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bang li her kesên xwedî wijdan kir ku rabin ser piyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Gaziyên Jin ên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên komên çete yên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Çeteyên girêdayî hikûmeta veguhêz bi alîkariya dewleta Tirk 6’ê Çileyê êrîşeke hovane li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîn.  Ev êrîşa hovane ya li ser esasê komkujî û qirkirina gelê Kurd bû bi awayê hemû nirxên mirovatiyê, exlaq û hiqûqê şer binpê dike hat meşandin.

Bi van êrîşan dihat armanckirin ku gelê me yê li wan taxan di qirkirinê re bê derbaskirin, demografiya bajêr bê guhertin û rûmeta gelê me bişikînin. Li her du taxan hêzên ewlekariyê bi hejmareke kêm li hember bi hezaran çeteyên hov berxwedaneke bêhempa û muezem nîşan dan. Wan berxwedêr û qehremanan pênc rojan bi îrade, hêvî û ezmeke mezin li ber xwe dan. Ev rojên welê bûn ku her kêliya wê berdêlî salekê ye.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Dîrok careke din di şexsê lehengên fedaî fermandar Ziyad Heleb, şervanên rûmetê Hawar, Faraşîn, Denîz Dilbirîn û Rojbînan de nîşan da ku ti hêzeke dagirker û êrîşkar wê nikaribe vîna azad a bi felsefe û fikrên Rêber Apo bûye mîna pola bişikîne.

Ew çeteyên xwedî hişmendiyeke herî paşverû û hov in, êşkenceyê li cenazeyên berxwedêrên jin û xort dikin. Em wan kiryarên bêexlaq bi tundî şermezar û rûreş dikin. Li hember wan kiryaran em bang li her kesên xwedî rûmet dikin ku bikevin nav livûtevgerê. Li dijî wan pêkanînên li derveyî mirovatiyê pêwîst e her kesên xwedî wijdan dengê xwe bilind bikin û rabin ser piyan.

Em gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo şehîdan, birîndaran û xelkê sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabûn ser piyan jî bi rêzdarî silav dikin. Divê were zanîn ku em ê weke gel, şervan û gaziyên şer ti carî serê xwe ji dagirkeriyê, êrîşan û zilmê re netewînin. Heya fedaiyên me yên bi gotina, “Em rexnedayîna xwe didin gelê xwe” diçin ser mirinê hebin, em ê nekevin.

TIŞTÊN ÇETEYÊN HIKUMETA VEGUHÊZ Û DEWLETA TIRK LI HELEBÊ KIRIN SÛCÊ ŞER IN

Tiştên çeteyên hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin sûcên şer in, tawanên li hember mirovatiyê ne. Divê tevahiya raya giştî ya mirovperwer û xwedî wijdan li hember wan sûcan bêdeng nemînin. 

Em careke din gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hêzên xwe yên ewlekariyê, gaziyên xwe yên şer ên tevî hemû êş û birînên xwe jî di vê berxwedana dîrokî û bi rûmet de di nav refên berxwedanê de cih girtin, bi rêzdarî silav û hembêz dikin. Em bang li gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dikin ku bi dil û can xelkê me yê berxwedêr ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêşwazî bikin. Pêdiviyên wan ên jiyanî bi ruhekî Apoyî dabîn bikin.

EM Ê WELATEKÎ BI JIYANEKE XWIŞK Û BIRATIYÊ YA GELAN AVA BIKIN

Li ser vî esasî em tevahî şehîdên xwe yên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfaya xêrê dixwazin. Em ê bi ruhê berxwedanê yê hevrê Ziyad û Faraşînan dawî li zilmê, hovîtiyê û dagirkeriyê bînin. Ji sedî sed em ê welatekî hemû gel bi xwişk û biratî têde bijîn tevî hemû astengiyan ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşên nemirovane li ser Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê têne kirin
Nûçeya Pişt re Kamaç: Serketina yekîtiya neteweyî ya Kurd wê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesekê û Reqayê cenazeyê 4 şehîdan hatin veşartin

Li Hesekê û Reqayê cenazeyê 4 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji milîsên jin çalakiya bi molotofan

Milîsên Jin ên Agir û Rojê ragihandin ku li Qoserê 4'ê Mijdarê saet di 17:00…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin

Li Mûsil û Duhokê li dijî destwerdana tund a KDP’ê û bi 5,000 pêşmergeyan dorpêçkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava: Dixwazin vîna Êzidiyan tasfiye bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Lêpirsîna Epstein: Serokê Foruma Davosê Borge Brende îstifa kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Aldar Xelîl: Şandeya Kurd dê bi hikûmeta demkî re hevdîtin bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Neteweyên Yekbûyî: Kuştina sivîlan li Sûdanê bi du qatî zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?