Di çalakiyên bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya azad re ber bi civakeke azad ve” hatin lidarxistin de, hat destnîşankirin ku komplo ne tenê li dijî Rêber Apo, di heman demê de li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd û hêviya aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn jî êrîşeke berfireh pêk hat.
ŞERTÊ PÊŞEROJA DEMOKRATÎK: AZADIYA RÊBER APO
Di daxuyaniya hevpar a di çalakiyan de hat xwendin de hat diyarkirin ku komploya 9’ê Cotmehê berxwedana sedsalî ya gelê Kurd hedef girtiye û wiha hate gotin, “9’ê Cotmeha 1998’an, ne tenê destpêka komployeke navneteweyî ye ku li dijî birêz Ocalan hatibû plankirin. Di heman demê de mîladek e ji bo êrişeke berfireh a li dijî hêviyên aştiyê yên gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ev komplo, operasyoneke navneteweyî bû ku li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd, li dijî ramaneke ku dikaribû di Rojhilata Navîn de bibe pêşengê veguherîna demokratîk, hatibû plankirin.
Ji ber ku raman û paradîgmaya ku birêz Ocalan, Ocalan pêş xistibû, li hemberî sîstema şer, îstîsmar û serdestiyê ku gelan rû bi rû dihêle, bi perspektîfa Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk, derketineke aştiyê bû. Navendên modernîteya kapîtalîst xwestin vê ramanê teslîm bigirin û îradeya azad a gelan dîl bigirin. Lê belê, tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana birêz Ocalan, weke rawestiyeke ramanî û siyasî ya di asta dîrokî de armanca komployê pûç kiriye.
Gelê Kurd ji zêdetirî sedsal e li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe dide. Têgîna ‘Kurd tune ne’, bûye îdeolojiya hevpar a avakirinê ya her çar netewe dewletan, her hewldana mafdarî bi tundî hatiye tepisandin. Lê belê kevneşopiya berxwedanê ya li ser vê axê, her carê ev tarîtiye parçe kiriye. Derketina birêz Ocalan a li ser qada dîrokê, mohra ‘em hene’ ya gelê ku zincîrên înkarê lê hatibûn danîn e. Qonaxa dîrokî ya ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 52 salan gihîştiye, êdî demeke wisa afirandiye ku tu hêz nikare bibêje ‘Kurd tune ne.’ Îro îradeya gelê me, ramana wî û rêxistinbûna wî, nîşana herî berbiçav a vê rastiyê ye.
Lê em vê yekê dizanin ku; azadiya gelekî ku rêberê wî dîl girtiye, kêm dimîne. Tecrîda giran a ku birêz Ocalan salan e li Îmraliyê tê re derbas dibe, ne tenê li ser kesekî lê êrişek e li dijî hêviya aştiyê ya gelekî ye. Ji ber vê yekê, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, ji bo paşeroja demokratîk a gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê, pêdiviyeke neçar e. Îro gelê Kurd li meydanan bi gotina ‘Bê Serok jiyan nabe” vê rastiyê bilind dike. Ev gotin ne tenê dirûşmek e; daxuyaniya îradeyê ye ku têkiliya diyalektîk a di navbera jiyana azad û rêbertiya azad de, bi awayekî herî zelal tîne ziman. Di Cotmeha 2025’an de, Kampanyaya Azadiyê ya Cîhanî ku sala duyemîn tijî dike, bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, belavkirina tarîtiya ku komployê afirandiye û gihandina gelên Rojhilata Navîn ber bi asoyê aştiyê ve, mezin dibe. Em jî weke parçeyek ji vê kampanyaya dîrokî, di biryardariya mezinkirina têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê de ne. Hewldanên modernîteya kapîtalîst ên ji bo vemirandina agirê azadiyê yê ku birêz Ocalan pêxistibû, pûç derketin; berevajî vê, ev agir roj bi roj zêdetir geş bûye û îro bûye meşaleyek ku rêya azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ronî dike.
Niha erkê ku dikeve ser milê me ew e ku em vê meşaleyê dest bi dest bigerînin, li çar aliyên cîhanê belav bikin û rêya azadiya birêz Ocalan vekin. Azadiya birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re mezin bikin.”
ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
Li Agirî tevî astengiya polîsan jî meş hate lidarxistin û girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.
Di daxuyaniyên li navçeya Qere Şivan a Erziromê û li Îdirê de pankartên “Bi Rêberê azad re ber bi civaka azad ve” hatin hilgirtin û komplo hat protestokirin.
Li Edeneyê jî Hevseroka DEM Partiyê Helîn Kaya û Parlamenterê Mersînê Alî Bozan bi hev re daxuyanîdan û daxwaza pêkanîna biryara DMME’yê ya “mafê hêviyê” kirin.
Li Êlîh, Dersim, Çewlîg û Xarpêtê jî daxuyanî hatin dayîn û daxwaza bidawîanîna polîtîkayên tecrîdê û azadiya Rêber Apo hate kirin.