Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, bi piştgiriya balafirên kefşê yê dewleta Tirk, li ser taxên Kurdan ên li Helebê bê navber dewam dikin. Rêveberiya Xweser banga xwedî derketinê dike û radigihîne ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sivîl rûbirûyî komkujiyê ne. Li beramberî êrîşan jî nerazîbûnên ji Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibin.
Divê çarçoveyê de mamsota û xwendevanên peymangeha pîşeyî ya li parêzgeha Dihokê, bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîş şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin û hate gotin, “Em bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin, bibin yek û li dijî van êrîşan xwedî helwest bin.”

