Li gundewarê Efrîna dagirkirî astengî û pêkanînên li dijî Kurdan ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve zêde dibin. Ev çete bi alîkarî û di bin parastina qaşo “Komîteya Aborî” de zeytûnên welatiyan didizin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku duh (4 Mijdar) berhema zeytûnan a gundê Kotana yê bajarokê Bilbilê yê Efrînê hatin dizîn û çiqilên daran hatin şikandin.
Li baxçeyên van kesan zeytûnê hatin dizîn:
Mistefa Ehmed Çolaq, Yehya Seydo Horo, Mistefa Ehmed Meimiş, Mihemed Îsa Meimiş, Behrî Xelîl, Menan Qadir Seydo, Xelîl Nûrî Horo.
Girêdayî heman mijarê, serçeteyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ê bi navê “Ebû Cuma” tevî “Ebdulhefîz Berekat” destê xwe danîn ser berhemê gelek welatiyên gundê Hesendêra yê girêdayî bajarokê Bilbilê.
Xwediyên baxçeyên serçeteyan dest danîne ser berhemên wan wiha ne:
Henan Çono (Henan Ehmed Reşo), Mihemed Ehmed Reşo, Rûdîn Xelîl Omer, Sadiq Xelîl Omer, Luqman Xelîl Omer, Mihemed Seîd Henan, Ekrem Seîd Henan, Mihemed Şêxo.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gel wan welatiyên ku berhemên wan hatine desteserkirin û dizîn, belgeyên milkiyetê yên fermî hene, lê dîsa jî çete ligel hesabnexwestinê berhemê didizin.

