Çeteyên “polîsên leşkerî” yên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Ehmed Yusif (40) ê ji êla Imêrat 2 hefte berê ji Lubnanê vegeriya Efrînê revandin.
Her wiha çeteyên girêdyî dewleta Tirk di 6`ê Îlonê de ciwanê bi navê Mihemed Reşîd Reşo (19) ê ji gundê Silo yê bajarê Cindirêsê bêsûc û bêagahiya malbatê revand û li navenda xwe ya ewlehiyê girt.
Li gel revandinan, talankirina mal, milk û erdên welatiyan jî berdewam dikin.
Çeteyên “Hemzat” 7 darên behîvê yên şêniyê bi navê Hesen Cimo yê ji gundê Kîmarê yê bajarokê Şêrawayê birî ji bo ku êzingên wê bifiroşe.
Çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ê bi navê Ehmed El Demlexî mala şêniyê bi navê Fewazî Elî yê ji gundê Qude yê bajarê Recoyê ku li taxa Ziyêdiyê yê bajarê Efrînê piştî ku kir 2 beş bi hezar û 200 dolarî firot kurapekî xwe.
Hat ragihandin ku çeteyekî DAIŞ`ê yê mala şêniyê bi navê Mihemed Xelîl Hisên li gundê Qujuma yê bajarê Cindirêsê desteser kiriye.
Komeke çeteyan mewsima 20 darên zeytûnan a bavê Şervan Mistefa Bin Ednan talan kiriye ruxmî ku hîna nekemlî ye.