Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye
Rojane

Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

Bi hezaran kesên ku li bajarên Manîsa, Mugla û Denîzliyê qadên Newrozê dagirtin, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Adar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li herêma Egeyê, li bajarên Mugla, Denîzli û Manîsayê bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” û “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

MANÎSA

Li Manîsayê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Qada Lale Newroz hate pîrozkirin. Parlamenterê Mersînê DEM Partiyê Alî Bozan, nûnerên gelek rêxistinên sivîl û bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di dema pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be”, “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel pêşî axivî. Evîn Gunsel axaftina xwe bi pîrozkirina Newroza Rêber Apo dest pê kir. Evîn Gunsel diyar kir ku ew ne tenê ji bo pîrozkirina cejnekê li hev civiyane, lê belê ji bo mezinkirina agirê berxwedan, azadî û ji nû ve zayînê li hev civiyane û wiha dewam kir: “Em Newroza 2026an weke ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ pêşwazî dikin. Newroza îsal ne tenê pîrozbahî ye; bangewaziyeke ji bo mezinkirina têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviya gelan e. Ji ber ku em dizanin agirê Newrozê tenê bi têkoşîna rêxistinkirî, bi îradeya yekîtiya neteweyî û bi berxwedana hevpar zêdetir dişewite. Îro her agirekî ku li van meydanan tê pêxistin ne tenê sembolek e, lê belê ragihandina îrade, berxwedan û biryardariya gelan a ji bo avakirina pêşerojeke hevpar e. Qadên Newrozê ûqadên ku gel lê dengê xwe dibêje, îradeya xwe rêxistin dike û îdîaya avakirina pêşerojeke demokratîk mezin dike ne.

Jinên hêja, ruhê herî xurt ê Newrozê di têkoşîna azadiya jinê de jiyan digire. Mîrateya berxwedana Rahşan, Zekîye û Ronahî îro bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye şîara azadiya jinên cîhanê. Jin ne tenê parçeyekê vê têkoşînê ne, lê belê bingeha wê ya avaker in. Li hemberî sîstema mêrserwer, şer û polîtîkayên dijminatiya jinê, jin pêşengiya mezinkirina agirê Newrozê ne. Ev agirê Newrozê yê ji Manîsayê bilind dibe, wê bigihîje Amedê, Rojavayê Kurdistanê, hemû Kurdistanê û qadên berxwedanê yên li çar aliyên cîhanê.”

Paşê Hevserokê DEM Partiyê yê Manîsayê Kerem Taylan axivî û wiha got: “Em dizanin ku gelê Kurd gelekî mezin e. Lê belê hêzên serdest vê gelî di nav çar dewletan de parçe kirine. Lê em gelê kevnar ê Rojhilata Navîn in. Em xwedî hêza ku têkoşîna xwe bidomînin û li ser axa xwe xwedî derkevin. Em ne divê li pey hesabên biçûk bikevin. Gelê Kurd di dîrokê de ji bo pîrozkirina Newrozê gelek bedel daye, gelek ked daye. Ji bo pîrozkirina Newrozê gelê me gelek caran canê xwe feda kir. Îro li Manîsayê ez bi rêzdarî li ber hemû hevrêyên ku ji dîrokê heta îro ji bo Newrozê canê xwe feda kirine serê xwe ditewînim.”

Di dawiyê de Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan axivî. Alî Bozan bi silavkirina malbatên girtî û malbatên qurbaniyan dest bi axaftina xwe kir. Alî Bozan da zanîn ku ew hemû şehîdên azadî û şoreşê bi minet bi bîr tîne, hemû pêşengên Kurd bi rêzdarî bi bîr tîne û wiha got: “Piçek berê li vir peyama Rêber Apo hate xwendin. Di wê peyamê de Rêber Apo tiştekî wiha dibêje: Me rûpelek nû vekiriye, di vê rûpela nû de azadiya gelê Kurd û gelên Kurdistanê heye. Di vê rûpelê de azadiya Kurdistanê û Rêber Apo heye. Di vê rûpelê de azadiya hemû girtiyên siyasî heye. Ji ber vê yekê em wekî gelê Kurd li pişt bangewazî û helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Hevrêyo, hûn bi bîr tînin, 3 meh berê li rojhilatê Kurdistanê ewrên reş li ser gelê me digeriyan. Lê îro gelê me bi têkoşîna xwe û bi ittîfaqa yekîtiyê ya ku ava kiriye, ew ewrên reş belav kirine.”

 

Piştî axaftinan bernameya Newrozê bi stranên Koma Rojhilat, Koma Agire Zerdeşt, stranbêj Cevdet Gulbau, Azad Ararat û Murat Elmastaş berdewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.

MUGLA

Rêxistina DEM Partiyê ya Muglayê, li navçeya Mîlasê li Bazara Akkentê agirê Newrozê vêxist. Tevî Parlamentera Bedlîsê ya DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalp, gelek nûnerên saziyên sivîl û welatî bi cilên xwe yên neteweyî herikîn qadê. Pîrozbahî bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir û bi domdarî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Newroz pîroz be” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di şahiyê de hunermend Rojkar derket ser dikê.

Hevserokên Muglayê Zuhal Macid, Mehmet Kaya û Hevserokên Mîlasê Bêrîvan Îşçî û Hanîfî Yilmaz girse silav kirin. Piştre endamê Meclisa DEM Partiyê KadÎr Baydur, peyama ku Abdullah Ocalan ji Newroza Amedê re şandibû xwend.

Parlamenter Semra Çaglar Gokalp bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Banga di peyama Newroza Amedê de ne peyameke jirêzê ye. Divê Kurd bêyî cudahiya partî, îdeolojî û fikran yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Di pêvajoya Rojavayê de Kurd li ser pêyan bûn. Em neçar in ku wî ruhî li her derê û her demê biparêzin.”

DENÎZLÎ

Rêxistina DEM Partiyê ya Denîzliyê, Newroz li kêleka qada bazara girtî ya Taxa Esentepê pîroz kir. Parlamentera Amedê Ceylan Akça û endama PM’ê Aysel Bayta Cansel beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di şahiyê de ku jin li refên herî pêş bûn, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Piştî silavkirina Hevserokên Denîzliyê Cevahîr Kayar û Enes Oge, peyama Newrozê ya Rêber Apo hat xwendin.

Piştre Ceylan Akça bi Kurdî û Tirkî axivî û bal kişand ser mafên etnîkî û çandî yên Kurdan û destnîşan kir ku gelê Kurd dixwaze ziman û nasnameya xwe di destûra bingehîn de bê misogerkirin û bi awayekî azad bijî. Ceylan Akçayê Rêber Apo û girtiyên di girtîgehan de silav kir.

Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi coşekê mezin hat vêxistin. Hunermend Şîlan Dora û hunermendên xwecîhî bi strîn û girseyê govend gerand.

AYDIN

Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sokeyê ya Aydinê pîrozbahiyek li dar xist û bi hezaran welatî bi cilên neteweyî beşdar bûn. Welatiyên ku li Qada Newrozê ya Savucayê civiyan, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Welatiyan li ber stranên Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Newroz pîroz kirin û govend gerandin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 28’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kurdistanê bîlançoya komkujî û binpêkirinên li dijî jinan

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê, ragihand ku li Kurdistanê di nava salekê de herî kêm 114…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Helwesta Ocalan êrîşên li ser Rojava da sekinandin

Hevserokê Giştî yê Partiya DEM’ê Tuncer Bakirhan, di axaftina xwe ya li Dîlokê de diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?